Bi fikir û îradeya jinê dê dawî li pergala tûndiyê were anîn 2018-11-19 09:04:49   Rûken Goman    GIRIKÊLEGÊ - Bi minasebeta  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re jinên Ereb yên meclisa navçeya Girkêlegê diyarkirin ku ew ê  jin qebûl nekin ku bibin koleyên civakê, bi fikir û  ramanên azadiyê dê jina azad dawiyê li pergala deshilatdriyê bîne.   Yên ku pêşengtiya nirxên civakê û parestina wê dikin jin in ji bo wê jî tûndiya herî mezin bi destê deshilatdaran li ser jinan hatiya meşandin.  Ji bo wê jî yekitiya  jinan pêwîst e ku li himber vê pergala qirkirinê serî rakin. Girêdayî mijarê û bi minasebeta 25'ê mijdarê jinên Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê jinên meclisa navçeya Girkêlegê nirxandinên girîng kirin û wiha gotin: " Dive jin li hember tûndiyê tim di nava tekoşînê de bin,  bi îradeya  jinê em ê dawiyê li pergala qirkirinê bînin."   'Bi îradeya jinê dê dawî li pergala tûndiyê bê'    Jina bi navê Mûna Alnasir wiha got: "Bi salan e jin bi tundiyê re rûbirû ne û bi qirkirin ,komkojî, binpêkirina mafan û her cûreyên tunekirinê li dijî jinan dihat kirin. Jin ji bo azadiya xwe tim di nava berxwedanê  de ye.  Lê pergala deshilatdariyê kelema herî mezin a ku ji bo jin negihîjin azadya xwe ye.  Di roja me ya îro de em nikarin bibêjin tûndî bi dawî bû ye ji ber ku heta niha zihniyeta baviksalar jina dide qetilkirin lê li kêleka wê jî çirûska şoreşê heya.  Şoreşa jina tekoşer heye ku rêxistina xwe ava kiriye. Dê jin bi ramanên azad dawî li tundiyê bînin.     'Tû kes nikare hebûna jinê tûne bike'   Jina bi navê Meryem Al salih jî da zanîn ku"Ev 7 sal in şoreşa jinê dest pê kiriye. Jinan di kesayeta hevalên şoreşger de serî li hemberî tundiyê netewandiye û di oxra azadiyê de şehîd bûne.  Em ê jî qebûl nekin ku em bibin jinên civaka kole. Em jin ji xwe bawerin ku em ê jinên civakên din jî ji tundiyê rizag bikin dê êdî tu kes nikaribe îradeya jinê tune bike. "-