Jinên li Çalakiya Leyla Guven xwedî derketin: Divê em bi rûmet bimirin 2018-11-18 16:41:59   AMED - Jinê ku ev du roj in berxwedêrên greva birçîbûnê tenê nehiştin wiha gotin: "Leya li zindanên rojiya mirinê û zilmê bedena xwe ji mirinê re razand. Em bang li her kesî dikin ku li çalakiya Leylayê xwedî derkevin."   Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo piştevaniya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di girtîgehê de 11 roj in greva birçîbûnê daye destpêkirin berdewam dike. Serdana ji bo çalakvanan jî berdewam dike û ji duh de bi sedan jin hatin serdana çalakvanan.    'Leyla sekneke bi rûmet nîşan daye'   Ji jinên ku hatin serdana çalakvanan Fatma Aygul diyar kir ku divê her kesê bi rûmet li dijî tecrîdê bertek nîşan bide û wiha berdewam kir: "Bi salan e em bi zilma dewletê re rûbirû ne û bedela vê jî jin û ciwanên kurd didin. Leyla jî yek ji wan jinên ku canê xwe feda kiriye ye. Em jî wekî dayikên kurd li pişt leylayê ne. Leyla sekneke bi rûmet nîşan daye. Em dixwazin ku Leyal bê berdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî bi dawî bibe."   'Em ji bo ziman û çanda xwe bi salan e têkoşînê didin'   Jina bi navê Rahîme Dolu jî çalakiya Leyla silav kir û wiha got: "Hemû jinên ku ji bo serokê xwe têkoşîn dan wekî li Kobanê wê bi ser kevin. Wê Gelê Kurd tecrîdê bi berxwedanê têk bibe. Abdullah Oclan her aştî dixwat. Kesên şerxwaz pêvajoya aştiyê ku Rêber Apo dabû destpêkirin têk birin. Îradeya Gelê Kurd xesp dikin. Ew dibêjin wê Gelê Kurd serî bitewîne lê natewîne. Me ne tenê 4 salî bi sedsalan e ku em ji bo çand û zimanê xwe têkoşînê didin. Dawiya Sadam û Evren çawa bû wê dawiya hemû zilmkarên ku li kurdan zilm kirin wiha be. Bila tecrîd bê rakirin û Leyal bê berdan. Leyla ne bi tenê ye."   'Ger ku em ê bimirin bila mirinek bi rûmet be'   Jina bi navê Munever Yamaç jî ku bertek nîşanî qedexeya çalakiyên piştevaniya Leylayê da wiha  got: " Mala me, gundê me  û darixtanên me şewitandin, bira, xwişk û zarokên me winda kirin, qetil kirin, darve kirin û tecawiz kirin. Lê ne wan û ne jî me dest ji têkoşîna xwe berneda. Îro Leyla Guven a ku dest bi grevê kiriye rêhevala Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Sakîne, Zîlan û Kemal Pîr e.  Tişta dikeve ser milê me divê em wekî Sakîne li ber xwe bidin, li zarokên xwe û li doza xwe xwedî derkevin."