Têkildarî 25'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên Kongreya Star 2018-11-18 11:51:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heleb, Qamişlo û Şamê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re di pêşengiya Kongreya Star de li gelek deverên Rojava û Sûriyeyê  rêze çalakî hatin kirin.   Bi minsebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê di pêşengiya  Kongreya Star û gelek rêxistinên din ên   jinan de li gelek deverên Rojava û Sûriyê rêze civîn û semîner hatin kirin û tundiya li ser jinê tê meşandin hat şermezarkirin.   Heleb   Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd civînek li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn. Civîn li hola civînan a li taxa Rojava hat lidarxisitn. Di civînê de endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa perspektîfên Rêberê Gelê PKK'ê  Abdullah Ocalan ên têkildarî rola jinan di civakê de û hemû pêngavên ku tê re derbas bûne heta ku xwe bi rêxistin kirine bi erebî û bi kurdî hatin xwendin.   Di perspektîfan de hat destnîşankirin ku kapîtalîzmê jin ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye. Yanî ji destpêka serdema Sumeriyan heta roja me ya îro.   Herwiha di civînê de senevizyonek jî li ser dîroka jinê û berxwedana wê hate nîşandan.   Civîn bi dirûşman bi dawî bû.   Qamişlo   Kongreya Star bi heman armancê du civînên cuda li gundên Robarya û Bana Qesrî yên girêdayî bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê li dar xistin.   Di her du civînan de bi dehan jin beşdar bûn. Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Cizîrê Henîfe Mihemed axivî û dîroka roja 25‘ê Mijdarê vegot. Henîfayê wiha dest bi axafitna xwe kir: "Beyî azadiya Jinan, em nikarin cîhanekî bê koletî bibînin. Ger ku jin azad nebe wê koletî berdewam bike.  Azadiya jinan û wekhevîkrina wan, asta civakê diyar dike.  Heta niha dîrokek rast nehatiye nivîsandin û rol û cihê jinan ê rast di her zanistek civakî de nehatiye xuyakirin. Şoreşa Jinan, şoreşa herî bi hêz e. Ji ber ku nûnertiya mirovahiyê dike û afrînera nifşa nû ye. Jinan di şoreşê de xwe bi rêxistin kir û di hemû waran de xwe isbat kir."   Civîn bi nîqaş û pirsan bi dawî bû.   Her wiha li navçeya Til Hemîsê jî Kongreya Star bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê dagirkeriyê bişkînin" du civînên cuda li bajarokê Til Ehmed û Ebû Cern orgenîze kirin. Di her du civînan de berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê ya Kantona Qamişlo Hêva Mehmûd axivî û tundiya li ser jinan vegot.    Ji aliyekî din ve Kongreya Star û Koordînasyona Jinan a Rêbevberiya Xweseriya Demokratîk bi vê wesîleyê bi dirûşma "Şikandina pergala Imraliyê, şikandina qeydên li ser jinê ye" semînerek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo orgenîze kir.   Tevî hejmarek endamên jin ên saziyên sivîl bi dehan ji şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî semînerê bûn. Di semînerê de têkildarî 25'ê Mijdarê de belavok li beşdaran hatin belavkirin. Piştre berdevka Komîteya Civakî Gulistan Elî rola jinê di civakê de bi bîr xist û şêwazên kolekirina jinan ji aliyê pergalên baviksalar ve ji beşdaran re şîrove kir. Gulistan wiha got: "li tevahiya cîhanê em wekheviyê di navbera her du zayendan de nebînin. Ji bo pêkanîna wekeheviyê divê kedek bê dayîn."   Şam   Têkildarî 25'ê Mijadarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê Kongreya Star li taxa Zorava ya Şamê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl amade bûn. Di civînê de, dîroka jinê ji serdema dayika xwedawend heta roja me ya îro, cûreyên tundiya li ser jinan û bandora wê ya neyinî li ser civakê, her wiha rêbazên rêgirtina li ber tundiyê hatin nîqaşkirin.   Di dawiyê de belgefîlmeke girêdayî tundiya li ser jinan hat pêşkêşkirin.