Li Kelar jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2018-11-18 11:16:01   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li bajarokê Kelar hat îddîakirin ku jinekê xwe bi darve kiriye û miriye. Li gorî cîranên malê, dema ku jina bi navê N. M. xwe bi darve kirî mêrê pê re zewicandî li malbûye û li ser vê şahidiyê hatiye binçavkirin.     Duh danê êvarê li bajarokê Kelar ê girêdayîn navçeya Germiyan a Silêmanî, hat îddîa kirin ku jina bi navê N.M (28) di mal de xwe bi dar ve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.   Li ser vê yekê rêvebera Saziya Tund û Tujiyê ya li dijî jinan a herêma Germiyan Lemîe Mihemed ji RojNews re axivî. Lemîe got ku li taxa Balafirxanê ya bajarokê Kelar jina bi navê N. M. ku bi eslê xwe Ereb e û dayîka 2 zarokan e, di mala xwe de xwe bi dar ve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.   Lemîe Mihemed di dewamê de got ku mêrê bi N.M. re zewicandî diyarkiriye ku ew wê demê li mal nebû û piştî vegeriyaye mal bûyer pêkhatibû. Lê li gorî îddîayên cîranên mala N.M. dema ku jina bi navê N. M.  xwe bi darvekiriye  mêrê bi wê re zewicandî jî li malê bûye. Ji ber wê mrê bi N.M. re zewicandî hatiye binçavkirin.