Rîham Hico: Gelê me nayê lîstikên qirêj 2018-11-18 11:10:43 Viyan Seîd / Nûpelda Tekoşîn ŞENGAL - Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Şengalê Riham Hico; derbarê lîstikên hikûmeta Iraqê û PDK de nêrînên xwe anîn ziman. Rîham Hico derbarê lîstikên PDK û hukumeta Iraqê de  hişyarî kir ku divê êzidiyên di kampan  de li Başûr dijîn neyên lîstikên qirej ên Hikûmeta Iraqê û PDK'ê .   Bi hatina fermana 3 Tebaxa 2014 de gelê Şengalê ji bo xwe ji  fermanê xelas bike berê xwe da Rojava, Başur û Bakurê Kurdistanê. Ji van kesên ku koçber bûn hîna jî gelekên wan li başûrê Kurdistanê di kampan de ne. Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)  Riham Hico; derbarê lîstikên hikûmeta Iraqê û PDK de nêrînên xwe anîn ziman. Rîham Hico derbarê lîstikên PDK û hukumeta Iraqê de  hişyarî kir ku divê êzidiyên di kampan  de li Başûr dijîn neyên lîstikên qirej ên Hikûmeta Iraqê û PDK'ê.   Rîham Hico derbare qaymeqame kevin ku cardin tê xwestin vegere şangalê de helwesta gelê Şengalê anî ziman û got: "Beriya 3 tebaxê ku piştî ferman hat serê êzidiyên Şengalê her kesî dixwest ku wan ji bo xwe bi kar bînin. L Derbarê  buyerên ku wê dawiyê hatin jiyîn li Şengalê, vegera qaymeqamê kevin ê PDK'ê, rêveberî û meclîsa kevin helwesta gel xwe da xuyakirin.  Bi helwesta gel re hişyariyek hat dayîn û bala her kesî careke din kişand ser Şengalê. Ew siyaseta ku li ser civaka êzîdî di hat meşandin ne naskirina ciaka êzidî bû. Hêvî û baweriya civaka êzîdî şikandin bû. Lê gelê me bi nexwestina rêvberiya kevin re îradeya xwe danî holê. Ji ber ku beriya îdereya kevin vegerê Şengalê dû caran civaka êzîdî bi tenê hişt bê parastin hiştibû. Ji bo wê yekê civaka êzidî li dijî vegera îradeya  kevin derket. Ji ber ku êdî gelê me hişyar bûye û yên ku ew neparastine naxwaze û dixwaze xwe bi xwe rêve bibe."    Gel ji neçarî di kampan de dimîne   Riham Hico derbare vegera gel li ser axa xwe jî wiha got got:"Gelê Şengalê di encamê fermanê de penaber bû parçe bû. Gel ji axa xwe dûr ket. Lê piştî ku Şengal hat rizarkirin gel vegeriya ser axa xwe. Li gel ku malên gelek kesan hîna nehatine tamîr kirin û nikarin di wan de rûnên jî diîsa jî vegeriyan. Lê hîna hin gundên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine mayînkirin hene û ji ber wê gel nikare vegere wan gundan û ji neçarî mecbûr mane di qampên başurê Kurdistan bimînin. Gelê me li wan kampan gelek zahmetiyan dijî.  Lê piştî ku gundê wan bên paqijkirin ew ê jî vegerin."   'Dixwazin gelê me bînin lîstikê'   Riham Hico bal kişand ser siyaseta PDK û lîstokên li ser kurdeên êzidî yên piştî vegerê jî û ev hişyarî li gel kir: "Îro piştî vegera qaymaqam û rêveberiya kevin dixwezin siyaseta xwe li ser miletê me bidin meşandin. Em baş dizanin li kuderê bê jî dema mirov dibê penaber yan jî koçber mirov dibe wekî esîran. Çawa bê xwestin wan wiha bi kar tînin, Di bin tehdît û gefan de  dijîn. Gelê me ku li Başurê Kurdistanê di bin gef û tehdîtên hukumeta Başurê Kurdistanê de di bin gefên siyaseta PDK'ê de tê girtin ji wan re tê gotin ku an tiştê em dixwazin hûnê bdiin me anî jî em ê we ji vir derxînin.   PDK ji bo siyaseta xwe bide meşandin gelê me yê ku li Başurê Kurdistan dijî bi kar tîne. Yanî dixweze bi riya wan siyaseta xwe li ser Şengalê bide qebûl kirin. Ji bo wê ji gel îmze kom kirine û dibêjin ku gelê Şengalê wekî rêveberî me dixwaze. Ji xwe ji welatiyên  Şengalê ji sedî  60  vegeriyane  Şengalê û tenê li Başurê Kurdistanê 300 hezar êzîdî  maye.  Gelê ku îro di Şengalê de ye  dikare nûnertiya Şengalê bike.  Em bang li gelê xwe dikin ku neyên lîstikan."   Gelê Şengalê dixwaze biryara xwe bi xwe bide   Riham Hico di berdewamiya axaftinên xwe de ev tişt anî ziman:"Biryar li ser Şengalê tên girtin. Lê gelê Şengalê wan biryaran qebûl nake û ew ê biryara xwe bi xwe bide. Gelê ku ev  çar sal in li gel ku bi hemû zehmetiyan re rûbû rû mane,neheqî li wan hatiye kirin, çadirê wan eynî çadirin hemû riziya ne di bin baranê da dijîn, ew ê ew kes çarenûs û biryara şengalê  bidin û çarenûsa  Şengalê diyar bikin."   Ji bo pêşî li fermanên nû neyê vekirin   Hevserokê Meclîsa Xweser ya Şengalê Riham Hico di berdewamiya  axaftinê xwe de ev bangewazî ki: " Bangawaziya me ji  hemû gelê me yê  êzidî re ye û bi taybetî ji êzidiyên li Başûrê Kurdistanê re ye ku neyên lîstikên  PDK'ê û berjewendiyên siyaseta ku li ser wan tên meşandin. Mirovên ku em tenê hiştine, em wan li ser axa xwe qebûl nakirin. Ger ku em vê qebûl bikin em ê pêşî li fermanên nû vekirin."