'Tundiya li ser jinê tundeya li ser civakê ye' 2018-11-18 09:05:41   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Hevseroka bajarê Hesekê Civîn Remo diyar kir ku 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li hemberî şîdeta li ser jinan e û anî ziman ku ew ê asta têkoşînê bilindtir bikin.   Hevseroka bajarê Hesekê Civîn Remo da zanîn ku jin bi vîn û îradeya xwe ya azad dikarin rê li şîdeta mêr bigrin û wiha bang li jinan kir: "Di 25'ê Mijdarê roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê em bang li hemû jinên berxwedêr dikin û  dibêjin hemû hêza xwe bikin yek û  ji tundiya li ser jinê re bibêjin êdî bes e."   'jin ji di xwezaya xwe de pêşeng e '   Civînê di dewama axftina xwede dubare kir ku jin di xwezaya xwe  de pêşeng e û wiha got: "Çiqas jin hêza xwe nas bike ewqasî ew ê bi bandor be û rolek pir mezin di avakirina civakê û bîngehek pir xurt di pirojeya Netewa Demokrat de bide rûnştandin. Ji ber wê jî hemû êrîş bi taybetî li ser jinê tên kirin û bi vê tê armanckirin ku îradeya jinê bê şinandin. "   'bi jina azad civakek azad ava dibe'   Civînê bal kişand ser rola jinê ya di civakê de û wiah dirêjî da axafitina xwe: "Heta ku jin ne azad be mirov nikare bahsa civakeke azad biike. Ji ber ku bingeha civakên azad jinek azad e. Tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi armanca têkbirina wê civakê tê kirin. .Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê geş bû, rê li ber tundiya li ser jinê  girt û heta roja îro jî ev berxwedan berdewam dike. "   Civînê di dawiya axftina xwede bang li hemû jinan kir ku asta têkoşînê bilndtir bikin û 25'ê Mijdrê dakevin qadan û ji tundiya li ser jinê re bibêjin na.