Li Colemêrgê greva birçîbûnê hat destpêkirin 2018-11-17 10:31:42   COLEMÊRG-Bi tevlîbûna Parlementerên HDP`ê  rêxistinên HDP, DBP yên navend û navçeyên Colemêrgê ji bo piştevaniya bi hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven re greva birçîbûnê ya dorveger hat destpêkirin.    Parlementera HDP û Hevseroka KCD`ê Leyla Gûven ji bo ku balê bikşîne ser tecrîta li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê di roja xwe ya 10`êmîn de berdewam dike. Ji bo ku piştgriyê bidin çalakiya Leyla Gûven  bi tevlîbûna parlementera HDP`ê ya Şirnexê Nuran Îmîr,parlementerê Colemêrgê Saît Dede û rêxistinên HDP,DBP yên navend û navçeyên Colemêrgê  bi daxuyaniyekê li avahiya DBP`ê dest bi greva birçîbûnê kirin.    Daxuyanî ji aliyê parlementerê HDP`ê yê Şirnexê Saît Dede ve hat xwendîn û  bal hat kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Leyla Gûven  di nav çar diwaran de bûye dengê gel û wiha got. Çalakiya ku Leyla Gûven daye destpêkirin, daxwaziya gelê Colemêrgê ye. Daxwaziya gel a sereke şikandina tecrîtê ye. Leyla Gûven li ser navê gelê xwe gaveke girîng avêtiye. Em wekî gelê Colemêrgê  piştgiryê didin daxwaziyên Leyla Gûven. Tecrît divê bi lez bê rakirin.”   'Leyla Gûvenê bi vê çalakiyê gel vexwendiyê têkoşînê'    Parlementera HDP`ê ya Şirnexê Nuran Îmîr a ku axivî jî anî ziman ku ew ê li hemberî tecrîdê heta dawiyê tebikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe;“Tecrît li dijî ziman,çand û nirxên Gelê Kurd hatiye destpêkirin. Armanc tunekirina van rêbazen e.   Ew çalakiya ku Leyla Gûven da destpêkirin çalakiyeke pir bi rûmet û pîroz e. Em sekna wê û cenga wê pîroz dikin. Çalakiya Leyla Gûvenê li hemberî komkujiyan,girtinan û kuştinan rexneyeke mezin e. Leylayê bi vê çalakiyê me vedixwendine têkoşînê. Çalakiya ku hatî destpêkirin xwedî derketina wê ji me re esas e. Em bang li  hemû gelê xwe yê bi rûmet  dikîn ku tevlî çalakiya me bibin. Em ê bi têkoşîna xwe vê hişmendiyê têk bibîn. Bijî berxwedana gelê me.”   Piştî daxuyanîyê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî dê 2 rojan  berdewam bike.