Colemêrgî dê sibehê bikevin greva birçîbûnê 2018-11-16 13:11:33     COLEMÊRG - Bi tevlîbûna Parlementerên HDP`ê dê sibehê rêxistinên HDP,DBP yên navend û navçeyan dest bi greva birçîbûnê bikin.    Parlementera HDP'ê û Hevseroka KCD`ê Leyla Gûven ji bo ku balê bikşîne ser tecrîda ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê di roja xwe ya 9`emîn de berdewam dike. Ji bo ku piştgriyê bidin greva Leyla Gûven sibehê bi tevlîbûna parlementerên HDP`ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, parlementerê Colemêrgê Saît Dede û rêxistinên HDP,DBP yên navend û navçeyan sibehê saet 8`an dê bi daxuyaniyekê li avahiya DBP`ê dest bi greva birçîbûnê bikin.   Greva dorveger dê 2 rojan bidome.