Jinên ku sirgunî Qayseriyê hatin kirin 2018-11-16 10:31:05   STENBOL/ENQERE - 15 jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê bi kelepçeyê û bi rîngê rêya 12 saetan kişandin û sirgûnî Girtîgeha Jinê ya Qayseriyê hatin kirin. Hem girtiyan hem jî malbatiyan zehmetiyên li dijî hewa sar dikişînin anîn ziman.    15 jinên ku li Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Tîpa L a Bakirkoyê dihatin girtin di 7'ê Mijdarê de bêyî ku tu hincet bê nîşandan sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Kayserî-Bunyan hatin kirin. Jinên ku hatin sirgunkirin navên wan wiha ne:" Leyla Baran, Sibel Aslantaş, Hasret Er, Hacer Yildiz, Merge Polat, Cihan Turk, Ruken Gunduz, Hulya Anci, Bermal Solak, Ece Gokdag, Girin Kinay, Hacer Kara, Kadriye Ilbaş, Şilan Okut, Emine Ozer."   Ji nava girtiyan Bermal Solak tiştên ku di dema sirgunê de jiya bi nameyekê vegot.   'Bi rêwîtiya 12 saetan a bi ringê em gihaştin Girtîgeha Kayseriyê'   Bermalê wiha got:"Em di 07.11.20018'an de hatin sirgunkirin. Li ser serê me sekînin gotin '10 dk'yê we heye, leşker li benda we ne'. Vira gelekî sar e. Loma em nexweş dikevin. Rojnameya Jiyana Nû jî nalên bê girtîgehê. Em pirsgirêka pirtûkan jî dijîn."    'Li wir hewa sar e'   Dayika girtiya bi navê Sibel Aslantaş, Yeter Aslantaş ku li Amedê dijî jî wiha got:"3 salê keça min derbas bû. Dema ku keça min li Bakirkoyê jî bû jixwe ez nikaribûm biçiyam hevdîtina wê. Madem wiha ye bila keça min bila bişînin Amedê ji bo ku ez wê bibînim. Derfeta min çênabe ku ez her dem biçim û keça xwe bibînim. Li wir hewa sar e û di nava şertên dijwar de dîl tên girtin."   'Ez ê êdî her hefte nikaribim biçim hevdîtinê'   Dayika Ruken Gunduz, Melahat Gunduz jî bal kişand ser hewaya sar û wiha got:"Ez û keça xwe bi telefonê diaxivin lê dem têra her tiştî nake. Em herî dawî dema ku axivîn digot hewa gelek sar e. Ji min kincên ji bo zivistanê xwest tenê. Ji ber dem hindik bû ji min gelek tişt negot. Ji ber ku keça min birin Qeyseriyê loma ez ê êdî her hefte nikaribim biçim hevdîtinê.    'Di nîvê şevê de gotine em ê biçin'   Xwişka Mergê Polat, Erdogan Polat a ku li Konyayê dijî jî wiha got:"Xwişka min got di nîvê şevê de ji me re gotin em ê biçin. Ji bo çi wan birin em jî nizanin ew jî nizanin."