Fevziye Arukan a ku li bedena wê şopên derbê hene gelo hat îşkencekirin? 2018-11-16 10:24:58   ANTALYA - Jinên girtî yên ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tên girtin diyar kirin ku li bedena Fevziye Arukan şopên derban hene û ji ber îşkeceyê travmayê dijî. Jinan anîn ziman ku divê parêzerên di bin banê ÎHD'ê de demildest werin girtîgehê.    Jinên girtî yên ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tên girtin derbarê binpêkirina mafan a ku li Fevziya Arukan  pê rû bi rû maye anîn ziman. Jinan da zanîn ku Fevziye ya ku li nifûsa Amedê qeyitkirîye ji ber îşkeceyan rojên dijwar dijî. Ji girtiyan Hatice Çakmak bi rêya telefona bi malbatê re diyar kir ku Fevziye ya ku anîne ba wan, bi îşkenceyên giran rû bi rû maye. Haticeyê da zanîn ku divê demildest serî li Komeleya Mafên Mirovan bê dayin û parezer bê girtîgehê.     Her wiha derbarê îdiayên ku em gihaştên nûnerên girtîgehê dan zanîn ku ew derbarê mijarê de agahiyê nikarin bidin.