'Tundiya li ser jinê bandorê li ser her qadên jiyanê dike' 2018-11-16 09:01:58   Lîlav Elî    ŞEHBA - Endama Koordînasyona Şaredariyan a Kantona Şehbayê Nûrşan Husên derbarê 25'ê mijdarê de diyar kir ku ger hemû jin bibin yek ew ê bikaribin pêşî li hemû cureyên tundiye bigirin û wiha got:"Jinên ku xwe nas bikin, xwe bi rêxistintin bikin dikarin li dijî tundiyê derkevin û zihniyeta civakê biguherin."   Derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Endama Koordînasyona Şaredariyan a Kantona Şehbayê Nûrşan Husên got:"Tundiya li ser jinê bandorê li ser her qadên jiyanê dike. Jinên li Efrînê bi hemû tundiyên dagirkeriyê û faşîzmê rû bi rû man. Loma divê jin ji her cureyên tundiyê bên parastin. "   'Divê hemû jin bibin yek'   Nûrşanê da zanîn ku jinên Kurd ji aliyê pergalên dagirker û desthilatdar bi gelek cureyên tundiyê rû bi rû tên hiştin û wiha got:"Ji dîrokê û heta roja îro, jin ji aliyê zihniyeta civakê û dewletên desthildar rastî tundiyê tên. Jinên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê îro rastî tecawiz, işkence, revandin, zewaca di temenê biçûk de tên. Bi taybet li Rojhilata Navîn jin gelek zêde bi tundiyên mezin rû bi rû dimînin. Hemû jin divê xwe bi rêxistin bikin û zihniyeta civakê biguherin. Dema wiha nebe dê heta dawî ev tundî bidomin. Jin bi hêz û îradeya xwe ya azad dikare xwe li dijî tundiyê biparêzin. Lê divê hemû jin bibin yek û bi heman hişmendiyê ya têkoşîna li dijî tundiyê tev bigerin."   'Tundiya li ser jinê bandorê li ser her qadên jiyanê dike'   Nûrşanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tundiya wekî derûnî, zayendî, aborî, çandî, siyasî, olî bi destên zihniyeta serdest a mêr pêk tên. Bi vê yekê girêdayî zarok jî bi tundiyê rû bi rû dimînin. Zarok siberoj e, parastina jinê jî parastina siberojê ye. Jinên ku xwe nas bikin, xwe bi rêxistintin bikin dikarin li dijî tundiyê derkevin û zihniyeta civakê biguherin.Tundiya li ser jinê bandorê li ser her qadên jiyanê dike. Jinên li Efrînê bi hemû tundiyên dagirkeriyê û faşîzmê rû bi rû man. Loma divê jin ji her cureyên tundiyê bên parastin. "