Meclisa Îştar çalakiya Leyla Guven silav kir 2018-11-16 08:56:06   MEXMÛR - Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî diyar kir ku ew çalakiya Leyla Guven silav dikin.   Siyasetmendara Kurd, Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Colemêrgê, Leyla Guven, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin ji 8'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de ye. Meclida Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya piştevaniya çalakiya Leyla Guven peyamek niviskî weşand û destnîşan kirin ku ew ê bi siyasetmendar Leyla Guven re bin.   Peyam wiha ye: "Em weke Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî çalakiya Leyla Guven silav dikin û piştevaniya xwe ji bo wê didin diyarkirin. Hikumeta AKP'ê û Erdogan li ser hemû welatiyên azadîxwaz zorê dimeşînin. Li gel ku Leyla bi dengê gel hatiye hilbijartin jî di girtîgehê de ye û ji ber bêmafiyên heyî dest bi çalakiyê kiriye. Leyle Guven di hevditina bi parêzerê xwe re dibêje min wek jinek xwe bi felsefe û ramenê îdolojiya rizgarkirina jinê ya bi Birêz Ocalan nas kiriye. Em wek jin vê yeke pir girîng dibînin bi rastî ku ne ji Rêber Apo ba niha tu mafê jinê nehatiba nasîn.   'Dê serkeftin a jinên Kurd be'   Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin: Erdogan dixwaze girtîgehan bi jinan tije bike, ji ber ku yê herî zêde serî hildidin û têdikoşin jin in. Heya yek jinek azadîxwaz û xwedî wijdan hebe wê nehêle ku Erdogan desthilatdariya xwe berdewam bike. Wê jina kurd bi tekoşîna xwe ya ku ev bi salane li hemberî diktatoriya AKP'ê dide meşandin, bi ser bikevin. Dê serkeftin a jinên Kurd be. "   Mecilisa Îştar di dawiya dexuyaniya xwe de wiha got: Bila Erdogan vê yekê baş zanibe ew ê bi van rêbazên xwe yên kirêt, ku ev tecirida girankirî ku li ser Rêbertiya me dede meşandinê wê nikaribe Rêberê me bi me bide jibîrkirin. Tam berevajî vê yeke her ew bi ser me de tê, em bi hêztir dibin xwedî derketina me ya ji bo Rêbertî mezintir dibe. Em bang li hemû jina dikin ku li Leyla Guven xwedî derkevin, ji ber em wek jin niha ji hemû dema zêdetir bi hêz in. Em ê bi têkoşîna xwe cihanek bi aram bidin avakirin."