Gelê Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk meş li dar xistin 2018-11-15 15:46:35   KOBANÊ - Bi hezaran gelê Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê meşek bi heybet li dar xistin.   Bi hezaran gelê Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê meşek bi dirûşma "Êrîşên li ser Kobanê êrîşên li ser mirovahiyê ye" meşek bi heybet li dar xistin. Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de pankartên "Êrîşên li ser Kobanê, DAÎŞ'ê zindî dike", "Ji bêdengiya hêzên navneteweyî re na" û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyê Sara Rifet ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li Girê Spî de jiyana xwe ji dest dabû, hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de dirûşmên "Bimre faşîzma Erdogan", "Bimre îxanet", "Her der Kobanê ye" hatin berzkirin. Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.    Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Mustefa Êto axivî û êrîş şermezar kir. Piştre Almaz Romî axivî û got:"Em ê bi rihê têkoşîna jinên leheng faşîzma Erdogan têk bibin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.