Serpîl Kemalbay:Em ne mexdurên vê jiyanê, kirdeya jiyanê ne 2018-11-15 09:20:03   WAN - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay got ew bi moral û hêvî 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û got wê jiyanek nû bi pêşengiya jinan pêş bixin û wiha got: “Em ne mexdurên vê jiyanê ne. Em jinên ku jiyanê ava dike ne. Em kirdeya têkoşînê ne.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bi wesîleya 25’ê mijdarê nirxandin kir û got ji ber şîdeta mêr li Tirkiyeyê rojê herî kêm 3 jin jiyana xwe ji dest didin û got hikûmet daneyên şîdeta li ser jinan parve nake. Serpîlê wiha got: “Qeydên şîdeta li ser jinan nayên girtin. Ev jî sedema wê heye. Carekê di bersiva dabûn pêşnûmeya Fatma Kurtulan de bi şaşî gotin şîdeta li ser jinê ji sedî 400 zêde bûye. Ji wê rojê û heta niha daneyên rast parve nakin.”   Serpîlê di berdewamiyê de daxuyakirin ku jin hem ji aliyê mêran ve hem ji aliyê dewletê ve tê çewisandin û dixwazin bikin bin kontrola xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin bê ewle tên xebitandin û di demên krîzê de ewil dawî li karê jinan tê dayîn. Jin li malê, li kargeriyê rastî heman binpêkirinan tên. Li malê li zarokan dinêrin, dişînin dibistanê, xwarinê çê dikin, paqijiyê dikin. Jinên bi vî awayî li malê dixebitin li kar jî gelek diwestin. Jin di jiyana kar de li dijî qezayên kar bê parastin dimînin.”   ‘Sendîka jî sazkirinên mêra ne’   Serpîlê destnîşan kir ku sendîka jî sazbûnek mêran e û dema jin serî li sedîkayan didin jî ev zext û newekheviya zayendpest didome. Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “ Ji ber demokrasî pêş nakeve şîdeta li ser jinê jî zêde dibe. Em wek HDP dixwazin jin li her qadê tevlî mekanîzmayên biryarê bibin. Em ne mexdurên jiyanê ne. Em jinên ku jiyanê ava dike ne. Ji bo jiyan bê guhertin em pêşengên vê têkoşînê ne. Ji ber vê îro gelek hevalên me yên wek Fîgen û Leylayê niha di zindanan de ne. Em bi moral û hêvî 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Em ji têkoşîna bi pêşengiya jinan pêş dikeve hêviyê digirin. Em ê di 25’ê Mijdarê de qadan tije bikin.”