Mamoste Ezgî bi gotina ‘di malbata we de HDP’î hene’ ji peywirê hat girtin 2018-11-15 09:13:41   Dîlan Babat   QERS - Ezgî Menguoglu ya 2 meh bû li gundê Ermîşler a navçeya Susuz a Qersê mamostetiya bi pere dikir, ji aliyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ve bi hinceta ‘di malbata we de HDP’î hene, ji ber vê em neçarin we ji peywirê bigirin’ ji peywirê girtin.   Ezgî Menguoglu ya 2 meh bû li gundê Ermîşler a navçeya Susuz a Qersê mamostetiya bi pere dikir, tevî ‘lêpirsîna ewlehiyê’ derbas kir jî ji aliyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ve bi hinceta ‘di malbata we de HDP’î hene, ji ber vê em neçarin we ji peywirê bigirin’ ji peywirê girtin   Birayê Ezgiyê, Engîn Menguoglu diyar kir ku di ‘lêpirsîna ewlehiyê’ de tiştek derneketiye û wiha got: “Xwişka min ji bo gundê em lê dimînin serlêdana mamostetiya bi pere kir. Ji ber pereyê digirt kêm bû zehmet bû biçe gundekî din. Ket lêpirsîna ewlehiyê. Jê derbas bû. Di rojên borî de civîna xwişka min hebû. Li min geriya û got Midûrê Perwerdehiyê lê geryaye. Di dema civînê de tenê xwişka min girtine hundir. Ji xwişka min re gotine ‘di malbata we de HDP’î hene em te ji peywirê digirin.”   Engîn diyar kir ku xwişka wê Ezgî bertek nîşanî rewşê daye û wiha got: “Birçîbûnê li me ferz dikin. Du xwişkên min bi salane li bende tayînê ne. Ji ber nayê tayînkirin mamostetiya bi pere dikin. Em niha çi bikin?”