Bi hatina zivistanê rewşa Efrîniyên li Şehbayê dijwartir dibe 2018-11-15 09:02:20   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Mizgîn Remzî Elûş a ji gundê Til Silwrê yê navçeya Cindirêsê ye, tevî hemû şert û mercên dijwar ên koçberiyê hêviya vegera Efrînê winda nekiriye û dibêje:"Bi hatina zivistanê rewşa me hîn dijwar dibe. Tevî vê yekê em hewl didin ku têkoşîna jiyanê bidin."   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Mizgîn Remzî Elûş ku li Şehbayê bi cih bûye got ku ew tevî her dijwariyan li ser piyê xwe disekine û li berxwe dide.    'Ez û zarokên xwe bi hev re têkoşîna jiyanê didin'   Mizgînê diyar kir ku ew û sê zarokên xwe dijîn û bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin û wiha got:"Ji ber ku şertên zivistanê dijwar e em jî bi vê yekê girêdayî di nava rewşek zehmet de dijîn. Dema ku baran dibare hundur odeya me tije av dibe. Ji ber ku derfetên kar jî li vir kêm e em di warê debara xwe de jî dijwariyê dikşînin. Ez gelek carî nikarim pêdiviyên zarokên xwe bînim cih. Ez û zarokên xwe bi hev re têkoşîna jiyanê didin."   'Em dixwazin vegerin Efrînê'   Mizgînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez û zarokên xwe em dixwazin vegerin Efrînê, vegerin ser axa xwe. Dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê nayê qebûlkirin. Ji ber vê dagirkeriyê em ketin nava rewşek dijwar. Bi hatina zivistanê rewşa me hîn dijwar dibe. Tevî vê yekê em hewl didin ku têkoşîna jiyanê bidin. Çi dibe bila bibe em di wê baweriyê de ne ku em ê rojekê vegerin ser axa xwe û em ê dagirkeran ji ser axa xwe biqewirînin. Dê serkeftin ne ya dagirkeran û çeteyan dê serkeftin a me be."