Jinên Efrînê debara xwe bi zeytûnan dikin 2018-11-15 09:01:25   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê yên ku li gundê Kantona Şehbayê bi cih bûne tevî koçberî, şert û mercên zehmet têkoşîna xwe berdewam dikin û bi hatina demsala zeytûnan dest bi karê zeytûna kirin da ku debara xwe bikin.    Bi hatina demsala zeytûnan jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûn dest bi karê zeytûnan kirin. Jinên ku li Gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne serê sibehê saet di 06.00'an de dest bi karê zeytûnan dikin. Jinên ku ji bo debara xwe bikin karê zeytûnan dikin dibêjin:"Em bi hewldan û zehmetiyek mezin dixebitin ji bo ku em destên xwe li ber tu kesî venekin."   'Em ê dîsa biçin nava erdên zeytûnên xwe'   Jina bi navê Fatma Ehmed a 53 salî û ji Navçeya Bilbilê diyar kir ku ew dema dixebitin bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin û wiha got:"Em 14 jin serê sibehê saet di 06.00'an de diçin nava erdên zeytûnan û dixebitin da ku em debara xwe bikin. Em gelek bextewar in ku em bi keda destên xwe debara xwe dikin. Piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir şûnde hem mirov hem jî xwezaya Efrînê qetil kirin. Lê em dîsa jî li dijî vê hovîtiyê her li berxwe didin. Berî ku Erdogan û çeteyên xwe êrîşî Efrînê bikin em her sal di demsala zeytûnan de diçûn nav erd û me zeytûnên xwe diçinî. Lê em hîn di wê hêviyê de ne ku em ê Efrînê rizgar bikin û dîsa biçin nava erdên zeytûnên xwe."    'Em debara xwe bi zeytûnan dikin'   Xedîce Misto jî wiha got:"Rast e niha em ji axa xwe dûr in lê bila Erdogan baş bizanibe ku têkoşîna jinên Efrînê didome. Em bi hewldan û zehmetiyek mezin dixebitin ji bo ku em destên xwe li ber tu kesî venekin û kêfa neyaran li me neyê. Em niha debara xwe bi zeytûnan dikin. Em ê heta dawî li berxwedana xwe xwedî derkevin û bejna xwe li ber dijmin netewînin."    https://www.youtube.com/watch?v=dkWWBgvYPSE&feature=youtu.be