Divê jin li dijî tevahî rengên tundiyê xwe birêxistin bikin 2018-11-14 16:30:35   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên ku tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta li ser Jinê ya li Kampa Berxwedanê bûn, nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Tundiya ku bi salan hatiye meşandin, bi saya Felsefiya Rêber Apo em ê bi dawî bikin."   Jinên Kampa Berxwedanê ku tevlî semîner û çalakiyên 25'ê mijdarê bûn, nerînên xwe anîn ziman.  Jinan gotin:"Em serî li dijî tundiyê natewînin. Divê jin li dijî tevahî rengên tundiyê xwe birêxtin bikin."   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedanê Zozan Sulêman diyar kir ku ji bo roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li ser Jinê seranserî li Kantona Şehbayê Çalakiyên cûr bi cûr tên li darxistin û wiha domand:" Jinên Efrînê bi gelek tundiyan rû bi rû hat sekinandin. Çeteyên OSO'yê û dewleta dagirker a tirk her cureyên tundiyê li jinên Efrînê kirin. Em jî dibêjin ku em li dijî van tundiyan serî natewînin."   'Em ê ji bo hemû jinan li berxwe bidin."   Her wiha Zelox Elo jî axivî û got:" Jin her bi êş û tundiyê re rû bi rû mane. Jin ji gelek mafên xwe bêpar hatin hiştin û koletî li ser wan hat ferzikirin. Em ê ji bo hemû jinan têbikoşin û li berxwe bidin."   'Serkeftin û têkoşîn a me jina ye'   Nêmet Hesen jî anî ziman ku ew jî wek jinên kampa berxwedanê tevlî semînê bûye û got:" Ji bo dîroka xwe baş nas bikin, ji bo li dijî tundiya li ser jinê bisekinim ez beşdarî çalakiyan dibim. Em dema ku bi hev re bin em bi hêz dibin. Serkeftin û têkoşîn a me jina ye."