Li Kampa Serdemê ji bo 25'ê mijdarê semîner hat dayin 2018-11-14 15:41:31   ŞEHBA - Meclîsa Kantona Şehbayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şideta li ser Jinê semînerek li Kampa Serdemê li dar xist.    Bi tevlîbûna Yekîtiya Êzîdiyan, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Meclisa Kantona Şehbayê, Meclisa Kantona Efrînê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser û bi dehan jin amede bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin, sineviziyon li ser roja 25'ê Mijdarê hat temaşekirin, paşê jî ji aliyê Endama Lejneya Jinê ji Meclisa Kantona Efrînê Arîn Elî û Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen axaftin hat kirin. Di axaftinê de bal kişandin  ser zihniyeta ku bi salan tundî û şidet li ser jinê  meşandine û li dijî vê yekê divê jin xwe birêxistin bikin û berxwe bidin.   Semîner bi pirs û bersivdayinê bi dawî bû.