Ji bo 25'ê Mijdarê meş li Hesekê hat lidarxistin 2018-11-14 15:15:43   HESEKÊ - Endamên KPC'ê derbarê roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li ser jinê meşek li dar xistin .   Îro Endamên Komîteya Perwerdeya Civakê (KPC) a bajarê Hesekê derbarê roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li ser jinê meşek li dar xistin. Meşvanan alên Kongreya Star, YPJ  û pankartên 'Jin Jiyane, şideta li dijî jinê windakirina Exlaq e 'hilgirtin. Meş bi tevlîbûna Mamosteyên Ziman û xwendekaran û bi dehan jinên bajarê Hesekê li Çarxerêya Sînalko ya Taxa Til Hecerê dest pê kir û heta Qada Şehîdan a li Taxa Miftîyê domand.   Piştre ji aliyê Endama komîteya Perwerdekirina Civakê Songul Hemê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Sîstema desthilatdar zihniyeta zayendperest di nava civakê de belav dike bi armanca kolekirina jin û civakê, em wekî jin roja 25 ' mijdarê pîroz dibînin ku jin li himber zihniyeta zayndperest rabûn ser piya û heta roja îro têkoşîna jinan her bilindtir dibe."   Meş bi dirûşma ' Jin jiyan azadî' bi dawî bû .