Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê piştgirî da Leyla Guven 2018-11-14 14:17:31   MÊRDÎN – Meclîsas Dayikên  Aştiyê ya  Qosera  Mêrdînê, bi daxuyaniyekê piştgirî dan Hevseroka KCD û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankiriyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye û anîn ziman ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin Leyla Guven.   Hevseroka Kongerya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala dest bi greva birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Qosera Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven li avahiya HDP’ê ya Qoserê   daxûyanî da. Di daxuyaniya hat dayîn de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Qoserê, endam û rêvebirên navçeyê yên HDP ve DBP’ê û aktîvîstên TJA 'yê amade bûn. Dxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Xewlet Oncu ve hat xwendin..   Xewlet, di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku demeke dirêje ev tecrîd berdewam dike û wiha got: “Ev tecrîd her ku roj diçe girantir dibe. Em dixwazin ku di demeke nêz de ev şer bi dawî bibe û tecrîda li ser Serok bê rakirin. îro Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Serok şermezar bike dest bi greva birçûbûnê kiriye. Em îro piştgiriyê didin Leyla. Leyla îro tecrîda li ser serok û bêdengiya civakê qebûl nekir  dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Em ê jî heta dawiyê piştgiriyê bidin Leyla Guven. Em dixwazin ku berî bi demekê bi Serok re hevdîtin pêk bê. Em îro berxwedana zindanan û siyasetmedaran pîroz dikin û piştgiryê didin çalakiya Leyla Guven.”   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî bi dawî bû"