TJA'yê çalakiya Leyla Guven silav kir û têkoşînê kir 2018-11-14 14:11:34   AMED - TJA'yê derbarê çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamenetera HDP'ê ya Colemêrgê  Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ku di roja 7'emîn de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Oclan berdewam dike de daxuyaniya piştevaniyê da.    Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hatin kirin daxuyanî da di 31'ê Çileyê de hatibû binçavkirin û piştre jî hat girtin di 7'ê mijdarê de di daneşîna 3'emîn a doza xwe de diyar kir ku wê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiriye. Tevgera Jinên Azad (TJA) di roja 7'emîn a çalakiya Leyla Guven de bi daxuyaniyeke ku da çapemeniyê piştgiriya xwe ya bi çalakiya wê re nîşan da. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hat dayîn. Parlamentera HDP'ê  Salîha Aydenîz, Endamên Dîwana Hevserokatiya KCD'ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên meclisa jinan a HDP û DBP'ê  û endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê tevli daxuyaniyê bûn.   'Çalakiya Leyla Guven çalakiyek mafdar e'   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Navçeya Yenîşehirê Demet Ozkaran ve hat xwendin û Demet gotina Leyla ya, "Ez dixwazim bibêjim ku birêz Oclan dikare aştiyê li Tirkiyeyê misoger bike. Ez bi rizaya xwe û bi îradeya xwe ya azad heta ku tecrîda li ser birêz Oclan bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dikim" bi bîr xist û got ku ew wekî jinên TJA'yî piştgiriyê didin çalakiya Leylayê.     'Em ê têkoşîna xwe bê navber berdewam bikin'   Demet diyar kir ku ji 5'ê Nîsana 2015'an de ji Abdullah Ocalan tu agahî negirtine û wiha got: "Birêz Ocalan bi malbat, parêzer û bi heyetên serbixwe re nikare hevdîtinê bike. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi xwe re têkbirna daxwazên gelên Tirkieyê tîne û ji bo tirsandina wan e. Tecrîd di heman demê de gotinên zayendperest û mîlîtarîst jî zêde dike û têkoşîna jinê asteng dike.  Me ev zîhniyeta zayend perest qet qebûl nekirin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."   Demet di daxuyaniyê de bang li dînamîkên neteweyî û navneteweyî û li tevgerên jinan jî kir û ev tişt got: "Em bang li hemû dînamîkên neteweyî, navneteweyî û li rêxistinên jinan dikin ku ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna demokratîk mezin bikin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û bi çepikan bi dawî bû.