Li Amedê serdegirtina malan: Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin 2018-11-14 12:20:41   AMED - Li Amedê di serdegirtina malan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.    Li navenda Amedê serê sibê polîsan bi desteka tîmên taybet bi ser gelek malan de girt. Deriyên malan hatin şikandin û li malan lêgerîn pêk hat û mal serobin kirin. Di serdegirtina malan de keyayê gundê Xosor a girêdayî navçeya Licê ya Amedê Seyfettîn Demîr û welatiyên bi navê Nezîr Gumuş, Zekî Gumuş û Zekî Menekşe yê tedawiya penceşêrê didît hatin binçavkirin.    Hinceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku dibe di çarçoveya operasyonê de hejmara binçavkirinan zêde bibe.    Li navçeya Farqînê ya Amedê jî polîsan bi ser mala Yildiz Elma de girt û wê binçav kirin. Sedema binçavkirina Yildiz nehat zanîn û agahî nehatin bidestixistin wê birine ku.