Jinên Efrînê dest bi rêzeçalakiyên Roja 25'ê Mijdarê kirin 2018-11-14 09:23:41   ŞEHBA - Kongreya Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê  li gundê Babnisê civînek li dar xist. Di civînê de rola jinan di şikandina zihniyeta mêrdestiyê û avakirina civakeke demokratîk de hate destnîşankirin.   Endama Koordînasyona Kongreya Star Cîhan Ismaîl sedema diyarkirina roja 25'ê Mijdarê weke Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, cureyên tundiyê ku derheqê jinan de tê kirin û awayên rê li ber bê girtin ji beşdaran re şîrove kir.   Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdas Gulê Mihemed axivî û got: "Armanca me ew e ku tundiya li ser jinê bi dawî bibe û jin bikaribin xwe bi awayekî azad îfade bikin."   Her wiha Gulê diyar kir ku divê jin xwe perwerde bikin û fikrên xwe bi pêş bixin. Ji ber ku civak bêyî azadiya jinan rizgar nabe.   Civîn bi guhdarkirina pirsên beşdaran ên têkildarî tundiyê û awayên bi dawîkirina wê bi dawî bû.