Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Hedefa me yekîtiya neteweyî ye 2018-11-14 09:19:07   Berîtan Canozer   AMED - Adalet Kaya armanc û xebatên Platforma Jinên Yekbûyî nirxand û balkişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û wiha pê de çû: "Em hewl didin jinên Kurd ên li çar parçeyan belav bûne, bi kuştin, komkujî û surgunan ji hev veqetyane di bin vê sîwanê de bînin cem hev."   Jinên ku sala borî di meha kanûnê de bi dirûşma ‘Jinên Kurd pêvajoyê nîqaş dikin’ hatin cem hev, Plaftoma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin. Platform ev saleke xebatên xwe dimeşîne û ji bo we bigihînin jinên Kurd ên li her çar alî cîhanê dijîn û xebatên yekitiya neteweyî zêde bikin derketin rê.   Xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Adalet Kaya der barê xebatên platformê de axivî.   ‘Platformek Kurdewarî ye’   Adaletê diyar kir ku bi polîtîkayên ku netew-dewletan kiriye meriyetê gelê Kurd hatiye parçekirin û hewl hatiye dayîn ku derûniya bêhêvitiyê bê afirandin û got: “Em dizanin ku ji bo pêşî li vê bê girtin divê yekitiya neteweyî pêk bê. Birêz Ocalan di vê miajrê de xebat meşandiye. Nokteya derketina me yekitî ye, Em hewl didin xwe bigihînin jinên Kurd ên her çar alî cîhanê. Me bang li hemû jinên Kurd ên cîhanê kirin û ev platform ava kir. Yekitiya Neteweyî ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Ji surgun, kuştin, komkujî û şer herî zêde jin bi bandor bûne. Gelek jinên hêza aborî winda kiriye û ewlehiya wan tune ye hene. Bidawîbûna vî şerî ji hêza xweser a jinan derbas dibe. Ji ber vê me bang li hemû jinan kir.”   ‘Dixwazin em ji êşên xwe re biyanî bin’   Adaletê bi lêv kir ku divê her jin bi hev re têkiliyên xurt deynin û got ew armanc dikin ku bi vê platformê jinên Kurd dest bidin hev û êşên hev hîs bikin.    ‘Em ji perspektîfên Birêz Ocalan fêdeyê digirin’    Adaletê destnîşan kir ku ew bi jinên hemû partiyên Kurd re hatine cem hev û got di platformê de her kes cih digire. Adaletê her wiha daxuyakirin ku dema platform ava kirine û dest bi xebatan kirine jî ji perspektîfê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fêde dîtine û hîna jî jê fêdeyê digirin û got yekane tiştê ew dixwazin yekîtiya neteweya Kurd e.