Platforma Zimanê Kurdî: Divê Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî 2018-11-13 14:09:55   AMED - Di komxebata ku pêşengiya wê Platforma Zimanê Kurdî kir hat diyarkirin ku divê Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û pêş bikeve.    Encamnameya komxebata Zimanê Kurdî diyar bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Bakur (KDP-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK),  Nûnerên Partiya Azadiyê û Mirovan, Tevgera Azadiyê û Parlametera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun beşdarî daxuyaniya li ber avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilatê Başûr hat dayin bûn.     Encamname bi du zaravayên Kurdî, bi Kurmancî û Dimilkî hat xwendin. Bi Kurmancî Berdevkê Platformê yê PSK'ê Bayram Bozyel a Dimilkî jî ji aliyê Berdevkê Platforma Tevgera Azadiyê Sitki Zilan ve hat xwendin.    'Ji bo ziman komxebat baş derbas bû'   Di encamnameyê de hat diyarkirin ku komxebat ji bo hemû beşdarvanan baş derbas bûye û wiha hat gotin:"Îro hemû gel bi zimanê xwe pesnê xwe vedidin û ji xwe razîne. Bi zimanê xwe şano, muzik, sinema, wêjeya xwe çê dikin. Lê mixabin em dikin zimanê xwe ji bîr bikin. Zimanê Kurdî bi bişaftinekê rû bi rû ye. Ji bo ev talûke ji holê rabe me platform ava kir. Me komxebata xwe jî di rojên borî de pêk anî."   'Li dijî bişaftinê serîhildan şert e'   Hat destnîşankirin ku gelê Kurd bi bişaftinek mezin rû bi rû ne û wiha bidome dê zimanê Kurdî tune bibe û wiha hat gotin:"Li Tirkiyeyê ji 25 milyonan zêdetir Kurd hene. Lê xebatên ku ji bo zimanê xwe dikin pir kêm e. Li dijî bişaftinê divê em bibin yek û serî hildin. Heger em wiha nekin em çavên xwe ji tunekirina zimanê Kurdî bigirin."   'Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî'   Di encamnameyê de hat diyarkirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û wiha hat gotin:"Divê li Tirkiyeyê demildest zimanê Kurdî bibe zimanê fermiyetê."   'Divê xebatên di warê zimanê Kurdî de belav bibe'   Hat diyarkirin ku ji bo xebatên di zimanê Kurdî de zêdetir bibe û belav bibe ew ê xebat bidomin.    Piştî ku encamname hat xwendin şûnde daxuyanî bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.