Polîs ketin dibistanan: Kesên dixwazin bibin polîs bila destê xwe rakirin! 2018-11-13 10:52:17   ŞIRNEX - Li Hezexê polîsên ku çûn Dibstana Ataturk ya li taxa Turgut Ozal li polan yek bi yek geriyan û hat îdakirin ku  ji xwndekaran re gotin, "Hûn ji me hez dikin an na? Kesên dixwazin bibin polîs bila destên xwe rakin." Ji malbatên xwendekaran kesê bi navê Ş., ku bertek nîşanî helwesta polîsanda ev agahî dan: "Wê her hefte 5 xwendekaran bibin emniyetê û bigerînin, wê wan hînî bikaranîna çekan bikin. Divê ku hemû malbat li dijî derkevin."   Li navçeya Hezex ya Şirnexê di sala 2016'an de bi îlankirina qedexeya derketina derve re li navçeyê pevçûnên giran çêbûn û gelek xanî û avahî hatibûn texrîbkirin.  Dibistana Ataturk ku li taxa Turgut Ozal bû di encama pevçûna de hatibû texrîbkirin û piştre ji nû ve hat înşakirin. Polîsên ku çûn dibistanê li polan yek bi yek geriyan û hat îdakirin ku ji xwndekaran ev pirs kirine, "Hûn ji me hez dikin an na? Ger ku hûn hez nakin hûn çima hez nakin? Kesên ku dixwazin bibin polîs hene? "   'Kesên ku dixwazin bibin polîs bila destê xwe rakin'   Ji malbatên ku bertek nîşanî vê helwesta polîsan dan Ş, ya ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda wiha got: "Buyer hefteya borî pêk hat. Zarokên min hatin malê. Tenê yekê jî bahsa vê bûyerê nekir hemûyan bahs kir. Polîs yek bi yek li polan geriyane û ji xwendekaran pirs pirsîne. Bêyî ku cudahiyê bikin ava temen û polan çûne hemû polan û ev pirs kirine: "Hûn ji me hez dikin an na?  Ger ku hûn hez nakin sedema nehezkirina we çi ye. Kesên ku dixwazin bibin polîs hene?  Kesên dixwzin bibin polîs bila destê xwe rakin?"   'Her hefte 5 xwendekaran wê bibin emniyetê'   Ş. got ku polîsan diyar kiriye ku ew ê her hefte 5 xwendekaran bibin emniyetê û wiha berdewam kir: "Em ji zarokên xwe re dibêjin neçin lê ev di destê mudurê dibistanê de ye dema ku bibêje biçin zarok nikarin bibêjin ku em naçin. Ji xwendekaran re gotin ' ger hûn neçin hûnê ji ber neberdewamiya dibistanê di polê de bimînin'. Ji xwe dibistan bi mobesseyan dorpêçkirî ye û li taxê jî hemû karên qirêj tên kirin. Dibêjin ku wê zarokan bibin li emniyetê di warê bikaranîna çekan de perwerde bikin. Em vê naxwzin divê ku hemû malbat top bibin û ji mudur re bibêjin ku ew naxwazin zarokên wan biçin emniyetê."