'Tu êrîş û zext dê nikaribe me têk bibe' 2018-11-13 09:02:32   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hunermendên Herêma Firatê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Firatê de anîn ziman ku ew ê bi hunera xwe zihniyeta dagirker têk bibin û gotin:"Tu êrîş û zext dê nikaribe me têk bibe."   Hunermendên Herêma Firatê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Firatê de bi lêv kirin ku li dijî êrîş û zextên dagirkerî û mêtingeriyê ew xwedî îradeyek mezin in û gotin:"Li dijî hovîtiya dewleta tirk em her di nava têkoşînekê de ne. Ew ê tu kes bi êrîş û pêkanînên xwe yên dijmirovî nikaribe gelê Kurd têk bibin."   'Em ê li dijî van êrîşana her dem serî hildin'   Endama Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê Mehbuba Elî wiha got:"Em wekî hunermendên Herêma Firatê tu carî pêkanînên dewleta tirk ên hovana qebûl nakin. Em ê li dijî van êrîşana her dem serî hildin. Em ê bi hunera xwe zilma dagirkeriyê vebêjin."    'Em ê her bi hêviyên siberojek azad bijîn'   Endama Koma Şehîd Şîlan a govendê Leyla Ehmed diyar kir ku bi salane zextên dewleta tirk didome lê wan tu carî serî netewandine û wiha got:"Em ê li doza Şehîdên wekî Sara Rafet ku ew jî di encama êrîşên dewleta tirk de şehîd ket, xwedî derkevin. Em ê xeyalên Sara û hemû şehîdên Kurdistanê pêk bînin. Em ê her bi hêviyên siberojek azad bijîn."    'Gelê Kurd dê her li berxwe bide'   Endama Çand û Hunerê ya Grê Spî Sozdar Muhemed destnîşan kir ku ew bi êrîşan têk naçin berovajî vê yekê xurtir dibin û wiha got:"Kes dê nikaribe me bi êrîş û zextan bitirsînin û ji axa me dûr bixe. Em ê di rêya hunera xwe de parastina ax û welatê xwe bikin. Gelê Kurd dê her li berxwe bide."   Herî dawî endama Çand û Hunera Kobanê Helîma Elî jî da zanîn ku ew her ku diçe bi hêztir dibin û wiha got:"Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Firatê û bêdengiya cîhanê şermezar dikin. Yên ku êrîşî ax û îradeya gelê Kurd dikin ew ê hesabê vê yekê bidin. Em ê bi hemû hêz û quweta xwe li dijî êrîş û zextan bisekinin. Tu êrîş û zext dê nikaribe me têk bibe. Li dijî hovîtiya dewleta tirk em her di nava têkoşîneke de ne. Ew ê tu kes bi êrîş û pêkanînên xwe yên dijmirovî nikaribe gelê Kurd têk bibin."