Li rojavayê Kurdistanê jin li dijî tundiyê derdikevin qadan 2018-11-12 16:46:34   KOBANÊ - Li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tevgera Sara û Kongreya Star ve di çarçaveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dîjî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhan de, ji sibe û pê de wê çalakiyên cur bi cûr bên lidarxistin.   Li rojavayê Kurdistanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê wê ji sibe starta çalakiyên ku bên lidarxistin bê dayîn. Amedekariyên çalakiyên ku ew ê di pêşengiya Tevgera Sara û Kongreya Star ve li Herêma Firatê bên kirin ji aliyê jinên li hemû saziyan,  Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Komeleya Mafên Mirovan ve amadekariya wan hat kirin.   Di çarçoveya çalakiyên ku ew ê bên kirin de li gundên Kobanê û komunan wê semîner, sînevîzyon, şano bên pêşkêşkirin û li gel van xebatan ew ê meşên cûr bi cûr jî bên lidarxistin. Hat aşkerakirin ku ew ê çalakî sibe bên destpêkirin.   Ji rêveberên Tevgera Sarayê Şîrîn Muslum diyar kir ku ew ê jin bibêjin "êdî bes e" û ji ber vê jî wan bang li jinan kirye ku tevli çalakiyan bibin.   Şîrîn diyar kir ku ew ê di çalakiyên xwe yên vê salê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan û êrîşên li ser jinên Efrînê tên kirin şermezar bikin.