Birayê jina ku xwest dest ji hevjînê xwe berde hat kuştin 2018-11-12 13:05:07   AMED - Jina ku ji bo dest ji hevjînê xwe berde doz vekir birayên wê li ber Edliyeya Amedê, ji aliyê bavê mêrê ku pê re zewicandiye ve bi êrîşê re rûbirû man û di encamê de birayekî wê hat kuştin û yek jî giran birîndar bû.   Li Amedê li ber edliyê saet di 10.00'an de êrîşa çekdarî hat kirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, birayên jina ku ji bo dest ji hevjînê xwe berde li edliyeyê doz vekir, dema ji edliyê li gel xuşka xwe derketin, li ser Kolana Selahattîn Yagcioglu rêya wan hat birîn û hatin gulebarankirin. Di encama gulebarana ji wesayita hember de 2 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.   Li gel hemû mudaxeleyên ku hatin kirin kesê ji serê xwe birîndar bû, jiyana xwe ji dest da û yê ku ji sînga xwe jî birîndar bû hat ragihandin ku birîna wî giran e.   Piştî bûyerê de gelek hêzên çevîk û polîs jî sewkî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê kolan li trafîkê girtin û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.    Hat ragihandin ku kesê ji wesayitê gulebaran kiriye Satî Peker e û hatiye binçavkirin.   Agahiyên ku ji şahidê bûyerê hatin girtin wiha ne; "Di serî de wesayitek hat û bi lez rêya dukesan birî, kesê ku hat gotin xezûrê jina doz vekiriye ye, ji wesayitê peya bû û birayên jinê gulebaran kirin. Di wê demê de polîs hatin û wesayit li cihê xwe ma sekinî. Li cihê bûyerê xwezûr hat binçavkirin."