Li Ranyayê mirina jinek ciwan a bi guman 2018-11-12 09:49:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya polîsên Raperîn diyar kirin ku li navçeya Serkepkan a ser bi bajarokê Ranyayê, jinek ciwan a 19 salî xwe daliqandiye û jiyana xwe ji dest daye.   Kuştin û xwe kuştinên bi guman yên jinan li Herêma Kurdistanê dewam dikin. Hat îddia kirin ku li navçeya Ranya Serkepkan jinek bi ben xwe daliqandiye û jiyana xwe ji dest daye.   Li gorî rêveberiya polîsên Raperîn îro li gundê Rêzêne a ser bi navçeya Serkepyan ya girêdayî bajarokê Ranye, jinek xwe daliqandiye û jiyana xwe jidest daye.   Polîsan gotin ku jina ciwan a 19 salî li mala bavê xwe, xwe daliqandiye miriye. Polîsan diyar kirin ku ji bo lêkolînê cenazeyê jina ciwan rakirine nexweşxaneya tiba edlî ya Ranya û piştî lêkolînan radestî malbatê hatiye kirin.   Li ser îddîaya xwekuştina jina 19 salî tu kes nehatin binçavkirin.