Daxwaza Avestayê: Bila xwişk û dayika min ji girtîgehê derkevin 2018-11-12 09:12:55   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Arîn û Avesta ku bi dayika xwe Vesîle Yuksel re li girtîgehê bûn, neçar man ji hev biqetin. Avesta ya 6 salî ji bo biçe dibistanê ji girtîgehê hat derxistin û Avestayê wiha got: “Daxwaza min a rojbûna min ev e ku dayik û xwişka min ligel min bin.”   Vesîle Yuksel di sibata 2017’an de li Mêrdînê ji ber parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve pirsa ‘PKK rêxistina terorê ye an na’ hat. Vesîle ya ku bersiva ‘na’ da hat girtin û bi keçên xwe Arîn Mîrkan (4) û Avesta (6) re şandin girtîgehê. Vesîle ewil şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û di 7’ê sibatê de bi keçên wê re sirgunî Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê kirin.   Cezayê Vesîleyê di Çileyê 2019’an de bi dawî dibe. Arîn a ku berê bi dayika xwe re 8 mehan di girtîgehê de ma, ji ber şertên girtîgehê her tim nexweş ket û Avesta jî ji ber divê dest bi dibistanê bike, ji cem xwişk û dayika wê hat girtin.   ‘Wek hevtemenê xwe naaxive’   Hevjînê Vesîleyê, Sultan Yuksel jî got piştî Avesta ji girtîgehê hatiye nexweş ketiye û wiha got: “Em ji ber Avestayê bi fikar in. Avesta wek hevtemenê xwe nikare biaxive û şerm dike. Avesta ji bo xwişka xwe Arîn û dayika xwe xemgîn dibe. Naxwaze biçe dibistanê. Avesta di telefonê de ji xwişka xwe Arînê re dibêje ‘cilên qalind li xwe bike an jî tuyê nexweş bikevî’. Dibêje heta dayika min neyê ez naçim dibistanê.”   Li Vesîleyê dozek din jî hat vekirin   Sultanê her wiha bi lêv kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo zarokan gelek xerab e û wiha berdewam kir: “Hevjîna min di telefonê de her tim dibêje şertên girtîgehê ji salên 80 û 90’î xerabtir e. Dibêje gardiyan bi kêfî tev digerin. Nameyên wan nadên. Ava germ nadên. Keça min Arîn nexweş ketibû. Bijîşk bêyî ku muayene bike derman dabû keça min. Der barê Vesîleyê de gotine heqaret li bijîşk kiriye û di vê mijarê de doz li hevjîna min hatiye vekirin. Sirgunkirina wê ya Bayburtê îşkence ye.”   'Arînê pir bêriya min kiriye'   Avestayê jî diyar kir ku wê gelek bêriya dayik û xwişka xwe kiriye û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim dayika min, min bibe dibistanê. Leşkeran her roj lêgerîn dikir. Pirtûkên me dibirin. Me nikaribûn bilîstan. Arînê pir bêriya min kiriye. Hevalek me Koçer li wir hebû. Me dixwest em bilîzin. Me bêriya derve dikir. Rojbûna min nêz dibe. Daxwaza min ev e ku xwişk û dayika min ji girtîgehê derkevin.”