Jinên Colemêrgê: Ger ku pêwîst bike em ê jî bikevin greva birçîbûnê 2018-11-12 09:02:13   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Gûven ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Jinên Colemêrgê piştgirî dan çalakiya Leylayê û gotin ku ger pêwîst be ew jî dê  bi greva birçîbûnê piştgiriyê bidin parlementera xwe.    Der barê parlementera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Gûven de ku ji 31’ê çileyê heta niha bi hinceta bertek nîşanê operasyona Efrînê daye, daxuyanî daye û ji ber xebatên KCD’ê girtiye, bi giştî ji 25 salan heta 46,5 salan ceza tê xwestin. Leyla ji ber ku kelepçeya ters qebûl nekirin tevli rûniştina doza xwe ya 7’ê mijdarê ya li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin nebû û bi riya  SEGBÎS tevlî bû. Leylayê di rûniştinê  de diyar kir ku wê li dijî tecîrdê û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiriye. Li dijî girtina Leylayê li her deveran bertek didomin û ji bo çalakiya wê ji her derê piştgirî tê . Jinên Colemêrgê diyar kirin ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya Leylayê û gotin ku di şexsê Leyla Gûvenê de vîna jinên Colemêrgê tê dil girtin.    ‘Bi hezaran jin li pey têkoşîna Leyla Gûven in’   Endama HDP’ê  Rûkiye Temel, anî ziman  ku çalakiya Leyla Gûven daye destpêkirin pîroz e û got di kesayeta Leylayê de vîna jinên kurd tê esîrgirtin û wiha axivî;”Ez çalakiya Leyla Gûven slav dikim. Çalakiya Leyla Gûveê çalakiyeke dîrokî ye. Di kesayeta Leylayê de vîna jinên ku li dijî tundî, destavêjî û hişmendiya desthilatdar têdikoşîn tê binpêkirin. Leylayê bi redkirina kelepçeyê sekna xwe ya li hemberî dilgirtinê nîşan da. Bi kelepçeyê muamameleya sucdariyê dikin. Ew ne sucdar e, ew vîna jina kurd e. Ji ber siyaseta ku dikir, ew niha di girtîgehê de ye. Girtîgeh bi siyasetmenderên kurd tijî kirine. Em vê helwesta hikûmetê qebûl nakin. Dibe ku Leyla Gûven niha di girtîgehê de be lê bi hezaran jin niha li ser şopa wê dimeşin û li dijî vê hişmendiyê têdikoşin. Divê bi lez Leyla Gûven bê berdan. ”   ‘Ger ku pêwîst bike em jî bikevin greva birçîbûnê’   Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Fatma Turan jî bal kişand ser çalakiya Leyla Gûven û got ku kesên Leyla Gûven niha darizin dê roj bê ku li hemberî jinan hesab bidin û wiha got:” Em biryara girtina Leylayê li dijî hiqûqê dibînin. Darizandina Leylayê darizandina têkoşîna jinê ye.Niha di kesayeta Leylayê de vîna jinan tê darizandin. Di kesayet Leylayê de têkoşîna jinê hat hedefgirtin. Dixwazin girtîgeha bi siyasetmenderên jin tijî bikin. Bi girtina hevserokên me û parlementerên me yên jin xwestin di her qadan de têkoşînan bifetisînin. Ji jinên têkoşer ditirsin. Ji ber wê jî Leyla Gûven li berçavên wan tirseke mezin bû û li gorî wan jineke talûke ye. Ev pergal dijminê jina berxwedêr e. Ji bo bilindkirina têkoşîna jinê çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Pêwîst bike ji bo ku em  piştgiriyê bidim çalakiya Leylê em ê jî dest bi grevê bikim. Leyla Gûven vîna jinên Colemêrgê ye divê hikûmet bi berdewamkirina girtina wê xwe zêdetir rûreş neke. ”    ‘Di kesayeta Leyla Gûvenê de siyaseta demokratîk tê darizandin’   Emîne Armut ji diyar kir ku li dijî têkoşîna jinan bêtemmuliyeke mezin heye û wiha berdewam kir;” Em biryara berdewamkirina girtina Leyla Gûven şermezar dikîn. Hikûmetê bi girtina parlementerên me û hevserokên me careke din nîşanî me da ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Di kesayeta parlementerên me  de li dadgehên Tirkiyeyê siyaseta demokratîk tê darizandin. Em biryara berdewamkirina girtina Leyla Gûven qebûl nakin û heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin çalakiya palementera xwe. Çalakiya ku wê daye destpêkirin, çalakiyeke girîng e. “   'Em ji bo piştevaniya Leylayê amade ne'   Herî dawî Sîpan Turan jî da zanîn ku li Tirkiyeyê tenê ji kurdan re hiqûq tune ye û got ku hikûmet bi girtina jinên siyasetmender dixwaze siyasete bêyî jinan bihêle û wiha pê de çû;” Tu meşruyeta girtina Leyla Gûven tune ye. Ji xeynî siyasetê zêdetir tu suc nekiriye. Ger ku mijûlbûna bi siyasetê  suc be, em ê jin hertim vî sûcî bikin. Leyla Gûven bi vîna jinên Colemêrgê hatiye hilbijartin, divê bê berdan. Ji bo piştgiriya çalakiya parlementera me tişta pêwist bike em ê bikin.  Ew ê nikaribin vîna jinên kurd dîl bigirin.”