Gelo dixwazin mirina Gulê ku hat îdakirin 'întîhar kiriye' veşêrin? 2018-11-11 12:30:13   AMED - Hat diyarkirin ku rapora derbarê mirina Gul Karataş a li gundê Duzova yê Çinarê rûdinişt û bi tundiyê re rûbrû dima ku hat îdakirin întîhar kiriye, bi xizmên wê re nehat parvekirin û hat ragihandin ku derbarê bûyerê de 3 kes hatine binçavkirin.   Hat îdakirin ku Gul Karataş (35) a  li gundê Duzova yê Çinara Amedê rudinişt întîhar kiriye. Xizmên Gulê ku îdakirin Gulê ji aliyê mêrê pê re zewicandî bûye hatiye kuştin, Rayedarên Nexweşcaneya Gazî Yaşargîl a Amedê jî diyar kirin ku kesên Gulê bi wesayitekê li ber nexweşxaneyê danîn piştre dûr ketin.   Nehatina malbat û kesê ku Gulê pêre zewicandî bû ya nexweşxaneyê jî gûmana ku Gulê hatiye kuştin zêde dike   Nexweşxane: Nehat xwestin ku bûyer bê parvekirin   Navenda polîsan û serwîsa acîl a nexweşxaneyê ku me xwe gîhand wan, diyar kirin ku ji aliyê Emniyeta Amedê ve ji wan re hatiye ragihandin ku bila bûyer ji kesekî re neyê ragihandin.   Dozgeriya rapora mirina Gulê bi malbatê re parve nekir   Herwiha ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku cenazeyê Gulê li Morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê tê rawestandin jî rapora wê ya mirinê bi malbata wê re nehatiye parvekrin û hewl hatiye dayîn ku cenaze demek berî demekê ji malbatê re bê dayîn.    3 kes hatin binçavkirin   Herwiha li gorî lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hatiye destpêkirin, kamerayên nexweşxaneyê hatine lêkolînkirin, 3 kesên ku ji aliyê dozgeriyê ve navê wan nehat ragihandin hatin binçavkirin.   Bi şev hat definkirin   Hat aşkerakirin ku cenaze di saetên şevê de bêyî rapora otopsiyê ji malbatê re hatiye dayîn û malbatê jî bi şev cenaze li Mêrdînê defin kiriye.