Jinên Efrînê: Jiyan bi têkoşînê xweş e 2018-11-11 09:01:37   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û li wir têkoşîna jiyanê didin diyar kirin ku ji bo ew debara xwe bikin ew ajalan xwedî dikin û gotin:"Jiyan bi têkoşînê xweş e."   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku li Kantona Şehbayê tevî hemû zehmetiyan li berxwe didin ji bo debara xwe bikin ajalan xwedî dikin. Jinên ku ji Gundê Til Susin û Beradayê yên Şehbayê ne ji bo debara xwe bikin ajalan xwedî dikin gotin:"Ji bo em destên xwe li ber kesekî venekin em ajalan xwedî dikin û ji bi firotina qatixên wan em debara xwe dikin. Jiyan tevî têkoşîna ji dil her taybet e."   'Em ê heta dawî li ser piyên xwe bisekinin'   Jina bi navê Tahira Ebdo ya ji Gundê Beradê yê Navçeya Şêrewa ya Şehbayê ye wiha got:"Dema ku dewleta tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî me kir em derbasî Gundê Tel Susinê bûn. Li vir me dest bi jiyanek nû kir. Pêkanînên Erdogan ên derveyî mirovahiyê bû sedem ku em dev ji axa xwe berdin. Niha li vir em ajalan xwedî dikin da ku em li ser piyên xwe bisekinin. Lê ji ber ku ji bo ajalan êm kêm e em gelek caran zehmetiyê dikşînin. Em ajalên xwe didoşin ji şîrên wan mast, penîr, toraq, lorik çê dikin û em difiroşin. Em ê heta dawî li ser piyên xwe bisekinin û hovîtiya dijmin ji bîr nekin."   'Jiyan bi têkoşînê xweş e'   Jina bi navê Narîn Îsmaîl a ji Navçeya Racoya Efrînê jî wiha got:"Erdogan bi hemû hovîtiya xwe êrîşî Efrînê kir û bû sedema qetilkirina mirov, ajal û xwezaya Efrînê. Em ê vê yekê tu carî ji bîr nekin û li dijî neyartiya dewleta tirk her dem liberxwe bidin. Ji ber êrîşên dewleta tirk em li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Niha em ji bo debara xwe bikin em ajalan xwedî dikin. Ji ber mayinên ku DAÎŞ'ê bi cih kiriye gelek caran em nikarin têra xwe pezên xwe biçêrînin. Ji bo em destên xwe li ber kesekî venekin em ajalan xwedî dikin û ji bi firotina qatixên wan em debara xwe dikin. Jiyan tevî têkoşîna ji dil her taybet û xweş e."