Derbarê zewaca di temenê biçûk de li Minbicê semîner hat dayin 2018-11-10 15:59:59   MINBIC - Rêxistina Jîneolojiyê derbarê zewaca di temenê biçûk de li Minbicê semîner da.   Li bajaraê Minbicê derbarê zewaca di temenê biçûk de hemleya hişyarkirinê ji aliyê Rêxistina Jîneolojiyê hat destpêkirin. Rêxistina Jîneolojiyê derbarê zewaca di temenê biçûk de li gundê Eon Dadan Minbicê semîner da. Semîner ji aliyê endama Jîneolojiyê Semer Hezûrî de hat dayin.    Di semînerê Semerê bal kişand ser zirarên zewaca di temenê biçûk de û yên li ser tenduristî û derûniya civakê.    Her wiha jinên li Gundê Eon Dadanê daxwaz kirin ku zêdetir semîner bên lidarxistin.