Ji bo 25'ê Mijdarê li Hesekê semîner hat dayin 2018-11-10 13:54:34   HESEKÊ - Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star derbarê roja 25'ê Mijdarê Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê li bajarê Til Temirê semînerek da.    Îro komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Stra der barê roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, ji bo Hevjînên berxwedêran li saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê semînerek ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Sena Ebas ve hat dayîn.    Sena Ebas diyar kir ku tundiya ser jinê dê bi rêya perwerdeyê bi dawî bibe û wiha got:"Cureyên tundiyê gelek in. Wekî tundiya fizîkî, ya derûnî, ya sîstematîk em dikarin bi nav bikin. Tundiya ku li ser jinê tê kirin di heman demê de li ser civakê jî tê kirin. Divê hemû civak li dijî tundiya li ser jinê derkevin. Di heman demê de em bang li hemû jinan dikin ku li dijî tundiyê bibin yek û têbikoşin."   Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.