Remziye Tosun bi jinên Îzmîrî re hevdîtin pêk anî 2018-11-10 13:34:45   ÎZMÎR - Parlamentra HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun bi boneya 25'ê Mijdarê bi taştê re bi jinên Îzmîrê hevdîtin pêk anî û got:"Divê em di nava yekîtiyê de têkoşîna xwe bidomînin."   Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi jiyanan re di taştê de hat gel hevdu. Parlamentra HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun beşdarî taştê bû û peyama yekîtiya jinan a li dijî tundiyê da.    'Herî zêde jin azadiyê dixwazin'   Piştî taştê Remziya Tosun axivî û got:"Di 25'ê Mijdarê de em ê hemû jin li qada bin. Em ê li dijî tundiyê têbikoşin. Herî zêde jin azadiyê dixwazin."   Banga ji bo çalakiya îmzeyê   Remziyeyê da zanîn ku ew bang hemû kesî dike ku sibehê bên çalakiya îmzeyê ya ji pirtûka bi navê "Rengê Mor ê Siyaseta Kurd" a Hevseroka Bajarê Amedê ya Mezin Gultan Kişanak. Dê çalakî li Mala Pirtûkan a Z'yê ya li Kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê bê lidarxistin.