Karkerekê temen biçûk, dibin hezanê de me 2018-11-10 12:13:43   HATAY - Di hezana li qada kulandina înşaetekê ya Kirikhanê de, zarokê binavê Selamî Gurbuz ê li wir kar dikir, dibin hezanê de ma û birîndar bû.    Li qada kulandina înşaeteke li taxa Mîmar Sînan a navçeya Kirikhan a Hatayê hezan rû da. Zarokê 15 salî Selamî Gurbuz ê li wir kar dikir dibin hezanê de ma. Selamî yê bi alîkariya kesên derdorê ji bin hezanê hat derxistin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê. Hat diyarkirin ku dermankirina Gurbuz a li nexweşxanê dewam dike.