Ji Bêkesê 2 salî tirsiyan 2018-11-10 11:49:20   ŞIRNEX - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo rûniştina derbarê qedexeya derketina derva ya li Cizîrê ya ew ê di 13'ê Mijdarê de pêk were vîze neda lawê Orhan Tunç ê bi navê Bêkes. Ev yek bû sedema bertekan. Dayika Bêkes, Guler Tunç wiha got:"Ji Bêkese 2 salî tirsiyan."   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rûniştina derbarê qedexeya derketina derva ya li Cizîrê ya ew ê di 13'ê Mijdarê de pêk were vîze neda lawê Orhan Tunç ê bi navê Bêkes. Ji bo Mehmet û Orhan Tunç ên ku di serdema qedexeyan de hatin qetilkirin, dawetiye hat şandin. Daxwazî ji bo malbat beşdarî rûniştina DMME'yê ya ku dê di 13'ê Mijdarê de li Strazburga Fransayê bê kirin, bibin hat şandin. Lê bi hinceta "Rîska ilticayê heye" destûra vîzeyê nedan Dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç û lawê Mehmet Tunç ê 2 salî Bêkes. Balyozxanê tenê destûr da Hevsera Mehmet Tunç, Zeynep Tunç û Hevsera Orhan Tunç, Guler Tunç.    Dê Bêkes jî beşdarî rûniştinê bibaya   Li ser navê Malbata Orhan û Mehmet Tunç dê 4 kes beşdarî rûniştinê biban. Lê bi hinceta "Rîska ilticayê heye" destûra vîzeyê nedan Dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç û lawê Mehmet Tunç ê 2 salî Bêkes. Balyozxanê tenê destûr da Hevsera Mehmet Tunç, Zeynep Tunç û Hevsera Orhan Tunç, Guler Tunç. Guler Tunç diyar kir ku ev rûniştina dîrokî ye û ew ê li ser hemû kesên ku di serdema qedexeyên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan li wê rûniştinê bin û got:"Heger Bêkes beşdarî wê rûniştinê biba dê agahiyên derbarê bav û apê xwe yê ku nizanîbû hîn biba."   'Piştî roja zayina Bêkes, bavê wî jiyana xwe ji dest da'   Gulerê anî ziman ku hevserê wê sê sal berê di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de li Kuçeya Cudiyê ji lingên xwe birîndar bûye û ji bo wî bigihêjin nexweşxaneyê hemû tişt kirine lê piştî roja zayina Bêkes, bavê wî jiyana xwe ji dest daye. Ji bo korîdora nexweşxaneyê vebe û ambûlans bê me herî dawî serî li DMME'yê jî da lê bi encam nebû. Herî dawî Orhan tevî hevalên xwe ketin bodrumê. Herî dawî berî roja ku jiyana xwe ji dest bide min dengê wî bihîstibû.    'Em ê li ser navê hemû ciwanên ku hatin qetilkirin li wir bin'   Gulerê da zanîn ku ev rûniştina dîrokî ye û ew ê li ser hemû kesên ku di serdema qedexeyên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan li wê rûniştinê bin.   'Neheqiya ku hat kirin em qebûl nakin'   Gulerê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Vîze nedan Bêkes û dapîra wî. Ev neheqiyek mezin e. Ev neheqiya ku hat kirin em qebûl nakin."