Li Efrînê jinek din jî hat qetilkirin 2018-11-10 09:42:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê çete ketin malekê û talan kirin û jina bi navê Eyş Hanan Rahme qetil kirin.    Li nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) do bi şev çeteyên OSO'yê saet di 02.00 de li Gundê Birc Abdullah ê Efrînê girtin ser malakê û piştî talankirinê jina bi navê Eyş Hanan Rahme qetil kirin û zarokên wê jî derb kirin. Piştî serê sibehê dema ku rewş zelal bû şûnde zarokên Eyşê diyar kirin ku çeteyan dayika wan qetil kiriye.