Leyla Guven xeta berxwedanê da destpêkirin 2018-11-10 09:15:22   Bêrîtan Elyakut   AMED - Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku ji ber helwesta dadger a di rûniştina wê ya 7’ê mijdarê de û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bike ketiye grevê. Keça Leylayê, Sabîha Temîzkan, got ‘dayikek we ya wek Leyla Guven hebe, vegotina wê dibe hinek we bide zorê’ û bi lêv kir ku Leylayê xetek berxwedanê daye destpêkirin û got hemû kesên dixwazin aştî li Tirkiyeyê pêk were divê piştgiriyê bidin berxwedanê.   Der barê parlamanetera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven de ku ji 31’ê Çile heta niha bi hinceta bertek nîşanê operasyona Efrînê daye, daxuyanî daye û ji ber xebatên KCD’ê girtiye, bi giştî ji 25 salan heta 46,5 salan ceza tê xwestin. Piştî ku parlamentera Colemêrgê hat hilbijartin şûnde parêzerên wê ji bo tahliyekirinê serî li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dan. Ewil biryara tahliyeyê hat dayîn lê li ser îtîraza dozgerê dozê biryar hat rakirin.   Leyla di rûniştina 7’ê Mijdarê ya li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin de ji ber kelepçe red kir tevlî nebû û ji ser SEGBÎS tevlî bû. Di rûniştinê de diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kiriye. Keça Leylayê, Sabîha Temîzkan ku yekem car tevlî rûniştinê bû, nasnameya têkoşer a Leylayê, helwesta darazê û biryara grevê ya dayika wê girtiye nirxand.   ‘Her tim serbilind û xurt e’   Sabîhayê wiha got: “Dayikek mirovan a wek Leyla Guven hebe, vegotina wê dibe mirov hinek bide zorê. Dayika min dibistana seretayî xwendiye. Di temenekî biçûk de hatiye zewicandin. Em du xwişk û bira ne. Dayika min her tim serbilind û xurt bû. Dema dayika min dest ji bavê min berda, serbilind bû. Hema kar dît. Ji bo me bide xwendin her tişt kir. Hem kar dît û hem jî xebatên serkeftî pêk anî. Piştre xebatê HADEP’ê meşand. Dayika min wê demê rastiya Kurdistan û Kurd nas kir. Bi Kurdên Konyayê re hişmendî tune bû. Me xwe dûr didît. Lê xebatên dayika min em pêş xistin.”   ‘Tevî hemû zextan dest jê berneda’    Sabîhayê destnîşan kir ku dayika wê Leyla wê demê ji ber zarokên xwe, bi awayekî çalak di nava HADEP’ê de cih negirtiye û wiha got: “Piştî ez û birayê xwe li ser piyan sekinîn, dayika min bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Di baskên jinan yên HADEP’ê de di rêveberiya partiyê de cih girt. Ev pêvajo wek ez dibêjim ne hêsan bû. Malbat pir li dijî vê derket. Zext li dayika min dikirin ku li malê rûnê. Lê dayika min li dijî van serî hilda û dest ji têkoşîna xwe berneda. Demên ewil ez jî bi bertek bûm. Min wate nedida xebatên dayika xwe. Me di temenê biçûk de modela dayiktiyê ya li mutbexê dît. Dayika min dixwest min bibe partiyê. Lê min nedixwest. Dayika min ez di 17 saliya xwe de anîme dinê. Em ne wek dayik-keç, em wek heval bûn. Her ku ez bi dayika xwe re çûm partiyê nêrîna min guherî. Dayika min di xebatên jinan de min jî di yên ciwanan de xebat meşand.”   Sabîhayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dayika wê 2 serdema serokatiya şaredariyê kiriya û wiha got: “Ewil serokatiya şaredariya Kuçukdîkîlî ya Edeneyê kir. Bi xebatê xwe yên jinan derket pêş. Dayika min di operasyonên KCK’ê de hat girtin. Dayika min her tim bi aliyê xwe yê gel derket pêş. Sedema herî mezin a ji dayika min ditirsiyan jî ev bû. Ji ber dayika min li aliyê gel bû, desthilatdarî jê tirsiya.”   ‘Bi darizandinek bê cidiyet re hatiye rû hev’   Sabîhayê balkişand ser doza niha dayika wê jê tê darizandin û got dayika wê ji ber gotiye ‘ji şer re na’ hedef hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ez cara ewil tevlî rûniştina wê bûm. Hîna doz bi encam nebûye lê min hinek tişt texmîn kiriye. Em bi darizandinek bê cidiyet û nebaş re rû bi rû hatin. Dayika min di parastina xwe de li ser aştiyê sekinî.”   Xeta berxwedanê da destpêkirin   Sabîhayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dayika wê xetek berxwedanê daye destpêkirin û anî ziman ku divê hemû aliyên ku dixwazin aştî li Tirkiyeyê pêk were divê piştgiriyê bidin berxwedana dayika wê.