'Divê temenê mirovatiyê bê dirêjkirin ne yê terorê' 2018-11-10 09:02:37   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Helîma Ehmed êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got:"Dewleta tirk bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hêzê dide komên çeteyan û terorê. Bi vê sayê temenê terorê dirêj dike. Divê temenê mirovatiyê bê dirêjkirin ne yê terorê."    Endama Rêveberiya Kongreya Star Helîma Ehmed derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de axivî û got:"Ji ber ku pergala Rojava li ser esasê wekheviya gelan û demokrasiyê hatiye avakirin loma tirkiye êrîş dike. Tirkiye dibêje ez ê Efrînê di nava demokrasiyê de bidim jiyîn û bi vê sayê Efrîn dagir kir niha jî êrîşî Kobanê û Grê Spî dike. Bila Erdogan berê demokrasiyê di nava xwe de ava bike. Li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Bila berê pergala xwe ya yekperest biguhere."   'Tirkiye naxwaze aloziya li Sûriyeyê were çareserkirin'   Helîmayê wiha domand:"QSD li dijî terorê şer dike. Lê dewleta tirk vê yekê dixwaze asteng bike. Tirkiye naxwaze aloziya li Sûriyeyê were çareserkirin. Vê yekê jî bi awayekî aşkere dike û cîhan jî li dijî vê yekê bêdeng e. Heta ku hemû mirovên cîhanê nebin yek û li dijî şerê kapîtalîzmê û berjewendiyê şer nekin dê her dem şer li ser rûyê cîhanê hebe."   'Divê temenê mirovatiyê bê dirêjkirin ne yê terorê'   Helîmayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk şerê taybet û derûnî li dijî gelê Kurd dimeşîne. Li dijî vê yekê têkoşîn û hişyariyek mezin lazim e. Dewleta tirk bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hêzê dide komên çeteyan û terorê. Bi vê sayê temenê terorê dirêj dike. Divê temenê mirovatiyê bê dirêjkirin ne yê terorê. Ji ber ku pergala Rojava li ser esasê wekheviya gelan û demokrasiyê hatiye avakirin loma tirkiye êrîş dike. Tirkiye dibêje ez ê Efrînê di nava demokrasiyê de bidim jiyîn û bi vê sayê Efrîn dagir kir niha jî êrîşî Kobanê û Grê Spî dike. Bila Erdogan berê demokrasiyê di nava xwe de ava bike. Li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Bila berê pergala xwe ya yekperest