ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-10 09:00:00   *Endama Rêveberiya Kongreya Star Helîma Ehmed êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got:"Dewleta tirk bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hêzê dide komên çeteyan û terorê. Bi vê sayê temenê terorê dirêj dike. Divê temenê mirovatiyê bê dirêjkirin ne yê terorê."    * Jinên Efrînê yên ku di bin zehmetiyên mezin de li Şehbayê bi cih bûn û têkoşîna jiyanê didin peyama berdewamiya berxwedanê dan û gotin:" Li dijî dagirkeriyê û mêtingeriyê em ê têkoşîn û kevneşopiya xwe her zindî bihêlin."   *Ji beşa felsefeyê ya Zanîngeha Mumbaî, Radha D’Souza diyar kir ku neolîberalîzm mafên mirovan veguheriye berhema dikare bazara bê kirin. DÎMEN HEYE   *Li Cizîrê cerdevanên ku bûn şahidên îstismara mêrê bi navê S.K li zaroka 13 salî kir, îfadeya di dema lêpirsînê de dan, şûnde kişandin û gumanbar parastin. Tenê gumanbarekî îfadeya xwe dubare kir û rûniştina dozê wê 28’ê Mijdarê de bê dîtin.   *Komek wênexêz ku li navçeya Maltepeyê kafeya bi navê Donkîşot vekirin, li kafeyê xebatê pêşangeh û atolyeyê didomînin û diyar kirin ku divê huner li cihên diyarkirî neyê sînorkirin. DÎMEN HEYE   *Ji Meclîsa Jinan a SYK’ê Seda Yuce diyar kir ku li dijî kapîtalîzma patriyarkal têkoşînek bi rêxistin neyê dayîn, wê hemû destkeftiyên dîrokî yên tevgerên jinan bên xespkirin û wiha got: “Tevgera jinan bi peywirek girîng û lezgîn ya divê eniyek berfireh biafirîne re hatiye rû hev.”DÎMEN HEYE   * Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku ji ber helwesta dadger a di rûniştina wê ya 7’ê mijdarê de û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bike ketiye grevê. Keça Leylayê, Sabîha Temîzkan, got ‘dayikek we ya wek Leyla Guven hebe, vegotina wê dibe hinek we bide zorê’ û bi lêv kir ku Leylayê xetek berxwedanê daye destpêkirin û got hemû kesên dixwazin aştî li Tirkiyeyê pêk were divê piştgiriyê bidin berxwedanê.   *Ji dayîkên ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî nobetê digire Siti Yaman got: "Hevjînê min û lawê min di vê wargehê de ked dan û şehîd ketin heya bijîm ez ê li keda wan xwedî derkevim."  DÎMEN HEYE   *Jinên Şengalê diyar kirin ku li dijî dagirkerî û faşîzmê berxwedana wan didome û ew ê her li axa xwe xwedî derkevin û gotin:"Em naxwazin kesên ku me tenê hiştin û rê li êrîşên DAÎŞ'ê negirtin me bi rê ve bibin. Em wekî welatiyên Şengalê dikarin xwe bi rê ve bibin."