Kongreya Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir! 2018-11-09 18:00:35   GIRKÊLEGÊ- Bi duruşmeya, "Bi tekoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk avabikin" 2'emîn kongreya Yekîtiya Ciwanên Rojavayê kurdistanê dest pê kir "   Li Bajarokê Rimêlanê yê Girêdayî navçeya Girkêlegê li stadyoma futbolê 2'emîn  Kongra Yekîtiya Ciwanên Rojavayê kurdistanê (YCR) bi duruşma,"Bi tekoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin" bi tevlîbûna 550 delegeyî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ciwanên Şengalê, ên ernternasyonalîst , ên ewrûpayê, cîwanên, MLKP û her wiha mêvanên amade  rêveberiya xweser, MSD,QSD, partiyên siyasî,rêxistinên civakî dest pêkir.  Kongreya ku hat destpêkirin dê 2 rojan berdewam bike.     Beriya ku kongre bê destpêkirin deqeyek rêz ji bo pakrewanên azdiya Kurdistanê hat girtin û piştî ku dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin kongre hat destpêkirin. Destpêkê li ser navê MSD'ê, QSD  û YPJ'ê axaftin hatin kirin. Her wiha gelek axavtinên din li ser nave rêxistinên ciwanan hatin kirin.   'Ciwan dînamîka civakê ne'   Piştî axaftinên nûnerên saziyan li ser nave yekîtiya jinên ciwan jînda Mûnzûr axivî û got:"Em vê kongireyê li tevahî ciwanên bi kelecan pîroz dikin. Ciwan dînamîka civakê ne, di van salên şoreşê de ciwan weke hêzekê xurt şoreş bi rêve birin. Îro dema ku mirov li vê qadê dinê re ev tekoşîna bi salane ku tevgera ciwanan bi rengekî rêxistîkirî daye çêkirin, hiştiye ku agirê şoreşê di dilê mirovan de pêkeve. Bi taybet di vê pêvajoya germ û girîng de ku êrîşên dijwar li ser gelê me tên kirin û dagirker  dixwazin axa me dagir bikin, erka me ciwanan e ku em jî wekê ciwan hîn bêhtir tekoşîna xwe berdewam bikin û van êrîşan têk bibin. Hêviya me bi ciwantiyê zêde heye ku em ê berxwedanê berdewam bikin û bi rihê her ciwananên welatparêz bi ser bikevin.    Piştî bi dawîkirina axavtinan perspektîfên rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin xwendin. Her wiha sînevîzyon li ser kar û xebata ciwanan a 2 salan hat pêşkêşkirin. Paşê jî ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava - Bakurê Sûriyeyê û Tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan derketin meşê û herwiha dagirkeriya tirk şermezar kirin.    Piştî meşa ku hat lidarxistin roja yekemîn ya Kongreya 2'emîn a Ciwanên Kurdistanê bi dawî bû.   Konferansa wê sibe di roja duyem de bidome    Di roja dûyemîn de jî dê  kongrê berferehiya mijarên xwe nîqaş bike wekî rapora salê,rexne û rexnedayîn, nîşqaşên li ser raporê, pêşinyar, her wiha dê pergala hundirîn a Yekîtiya  ciwanan were guhertin. Di dawiyê de dê jî dê meclisa Ciwana li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 35 kesan werE hilbijartin.