Li Manîsayê binpêkirinên mafan hatin protestokirin 2018-11-09 16:52:38   MANÎSA - Rêveberên HDP'ê û xizmên girtiyan li Manîsayê binpêkirinên Mafan ên li girtîgeha Tîpa T li ber girtîgê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xizmên girtiyan derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku di demên dawî de di  rojevê de ne li ber Girîtîgeha Tîpa T daxuyanî dan.   Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sarûhanê Mehmet Akat, diyar kir ku li ser girtiyan tundiyeke mezin heye û wiha got: "Li  girtiyan hejmartina li ser piyan tê ferzkirin û kesên ku ranabin bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Ji ber tundiya ku hatiye kirin roja sêşemê ji girtiyan re xwearin nehatiye dayîn. Bahsa hiqûq û edaletê dikin lê tişta tê kirin bi tu tiştî ve nayê girêdan. Em banga li estiyariyê li kesên xwedî wicdan dikin."   Hevjîna Mulîs Kara yê ku di girtîgehê de ye Fatma Kara jî derbarê mijarê de diyar kir ku wê daxwazname daye dozgeriyê û got ku îşkencekirina kesekî girtî nayê qebûlkirin.