Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê sibe deriyên xwe vedike 2018-11-09 12:28:44   AMED - Weşanxaneyên Kurd ji bo Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya 37’emîn a Navneteweyî ya ji aliyê TUYAP’ê dê bê vekirin, amadekariyên xwe bi dawî anîn. Weşanxaneyan bang  li xwînêrên xwe kirin ku bi kirîna pirtûkan piştgiriyê bidin wan.    Bi hevkariya TUYAP û Yekitiya Weşanger a Tirkiyeyê, dê sibê Fuara Pîrtûkan a Stenbolê ya 37’emîn a Navnetweyî ji bo pirtûkhezan dê were vekirin. Dê 800 weşanxaneyên derveyî welat û hindirê welat û saziyên civaka sivîl dê beşdarî fuarê bibin. Fuara ku dê 9 rojan berdewam bike de, panel, gotûbêj, xwendina helbestan û atolyeyên zarokan pêk bên. Fuar dê li Navenda Kongre û Fûara TUYAP’ê ya Buyukçekmece bê lidarxistin û dê gelek weşangeriyên Kurd jî beşdarî Fuarê bibin. Weşangeriyên Kurd Aram, Aryen, Peyvend, Nubihar, Lîs, Avesta, Sîtav, Ava, J&J, Morî ve Rûpel, dê bi pirtûkên xwe yên nû beşdarî fuara îsal bibin.    Di çend salên dawî de gelek pirtûkên ku weşangeriya Kurd derxistibûn, bi hincetên cuda hatin komkirin û ji ber bilindbûna dovîz jî, gelek weşanxaneyan nekarin kaxiza pirtûkan bikirin û rojên zor û zehmet derbas kirin.    Banga pitgiriyê hat kirin   Weşanxaneyan Kurd, diyar kirin ku dê bi piştgiriya xwînêrên xwe karibin zoriyên dijîn derbas bikin û xwestin xwînêrên wan hem beşdarî fuarê bibin û hem jî bi kirîna pirtûkan xwedî li weşanxaneyên wan derbikevin. Ji edîtorên Weşanxaneya Aramê Ulaş Gultekîn, xwînêrên xwe dawetî standan kirin û wiha got: “Weke her tim xwînêrên me li ku derê bin, em jî li wê derêne. Emê bi vê şîarê beşdarî Fuara Pirtûkan a Stenbolê bibin. Emê bi pirtûkên xwe yên nû derketî û arşîva xwe ya balê dikîşîn re, bi xwînêrên xwe re li Fuarê bên gel hev. Em hemû xwînêrên xwe dawetî standên xwe dikin.”