Girtiya nexweş Sîsê Bîngol 8 roj e di nexweşxaneyê de ye 2018-11-09 09:42:05   MÊRSÎN - Girtiya nexweş Sîsê Bîngol a ku 8 roj e di li Nexeşxaneya Fakultyea Tipê ya Mêrsînê tê dermankriin, tenê heftê rojekê destûr tê dayîn ku bi keça xwe re hevdîtinê bike.   Jina 85 salî Sîsê Bîngol a li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê girtin, hem ji bo ku bê dermankirin û hem jî ji bo ku bê ka rewşa wê destûrê dide di girtîgehê de bimîne an na û ji bo rapor jê re bê dayîn ji 2'yê mijdarê de li Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê tê girtin. Sîsê ya ku rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin ku ji ber temenê wê yê mezin nema tiştek tê bîra wê û bi nexweşiyên wê yên wekî tansiyon,mîde, şekir û gelek nexweşiyên wê yên din hene.   Sîsê ya ku li nexweşxaneyê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, ji aliyê girtiyên din ve pêdivyên wê tên pêşwazîkirin.    Herwiha li aliyekî din jî keça Sîsê Hasbiye Kanmaz ji bo ku li nexweşxaneyê li dayika xwe binêre ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê destûr xwestibû, lê dozgeriyê tênê heftê rojekê destûr da ku Hesbiye biçe dayika xwe bibîne.   Li bendê ye ku Hesbiye di 13'ê mijdarê de biçe dayika xwe bibîne.