Malbatên girtiyan: Hikûmet bi sirgûnkirinê îşkenceyê li me dike 2018-11-09 09:03:56   COLEMÊRG - Li seranserê Tirkiyeyê di girtîgehan de  binpêkirina mafên her roj zêde dibe. Malbatên ku mehê carekê  diçin hevdîtina xizmên xwe jî bi îşkenceya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Malbatên ku ji ber dûrbûna girtîgehan nikarin biçin hevdîtinê bertek nîşanî polîtikayên sirgûnkirinê yên hikûmetê dan û gotin ku hikûmet  îşkenceyê li malbatan dike.    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan her roj zêde dibe. Di girtîgehan de li dijî girtiyên siyasî gef,zext,qedexe û êrîş bênavber didomin. Li Colemêrgê bêgûman ji her malbatekê girtîyek heye. Malbatên ku bi salane di dema serdegirtinan polîsan ên li ser malê xwe bi heqeretan re  rû bi rû dimînin, gava diçin hevdîtinan jî  heman muammeleyê dibînin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ew gava diçin hevdîtinan ji aliyê gardiyanan ve bi mualemeyên tund re rû bi dimînin û gotin ku dewlet  bi polîtikayên sirgûnkirinê zarokên wan ji wan dûr dike.    ‘Kurê min nexweş e, divê bê dermankirin’   Jina bi navê  Medîne Keskîn anî ziman ku kurê wê di girtîgehê de nexweşe û got ku ji ber derfetên wan tune ne ew nikarin biçin hevdîtinan û wiha axivî;” Bi salan e bi polîtikayên girtin û qedexekirinê dixwazin kurdan biqedînin. Kurê min di girtîgeha Panosê de ye. Kurê min nexweş e û dema li malê bû her mehê carekê me ew dibir nexweşxaneyê. Niha di bin şert û mercên girtîgehê de dijî. Rapora wî ya nikare girtîgehê de bijî heye. Lê mixabin li gorî qanûnên girtîgehê ev rapor ne derbasdar e. Kurê min bi tu awayî di girtîgehê de nayê tedawîkirin. Li girtîgeha tîpa T’yê ya Wanê bû. Piştre sirgûnî girtîgeha Panosê kirin. Ji ber ku derfetên me tune ne, em nikarîn biçîn hevdîtinan. Gava em diçîn jî em bi muameleya gardîyanan a xirab re rû bi rû dimînin. Zextên mezin li ser girtiyan hene. Ji xwe xwarinên girtîgehê nayên xwarin. Her wiha her tiştek jî ji girtiyan re qedexe ye. Bi polîtikayên sirgûnkirinê zarokên me ji me dûr dikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Ew ê bi zilma dikin bi ser nekevin. “   'Sirgûn ji bo me îşkence ye'   Dayika Şermîn Ertunç jî da zanîn ku 4 girtiyên wê hene û  her yek di girtîgehekê de ye û got ku dewlet zilmê li malbatan dike û wiha berdewam kir:” 4 Kurên min di girtîgehê de ne. Ez zehmetiyeke mezin dikşînim. Her yek di girtîgehekê de tê girtin. Ji ber ku derfetên me tune ne ev 4 sal in neçûme hevdîtina zarokên xwe.  Her yek di girtîgehekê de ye. Ez ê çawa xwe bigihîjinim wan. Dewlet bi girtin ûkuştinê nikare me biqedîne. Ev çi zilme dewlet li Gelê Kurd dike? Em gava diçin girtîgehê hevdîtinan em bi  lêgerêna gardiyanan re rû bi rû dimînin. Muameleya li dijî mirovahiyê li dijî malbatan tê kirin. Xwarinê nadin zarokên me û pirtûkên wan jî nadin wan. Her heftiyê carekê bi ser qawîşan de digiri û heqeretê li girtiyan dikin. Hikûmetê Tirkiye veguherandiye girtîgeha vekirî. Qanûnên ku niha li girtîgehan di meriyetê de ne, di OHAL’ê de  tune bûn. Bi polîtikayên sirgûnkirinê ji aliyê aborî û manevî îşkenceyê li malbatan dikin. Lê ev polîtikaya hikûmetê dê encam negire. Em hene, em hebûn û em ê hebîn.”   'Hêza wan têra bêkurdhiştina Kurdistanê nake'   Jina bi navê Zûbeyde Aksaç jî  bi lêv kir ku hikûmet her roj bi avakirina girtîgehan armanc dike ku kurdan hemûyan bike girtîgehan û got ku li Kurdîstanê jiyana beyî kurdan ne mimkune û wiha pê de çû;” Kurê min û hevjînê min di girtîgehê de ne.  35 sal ceza li kurê min hat birîn. Ev biryara kêfî hat dayîn. Temenê kurê min têra vî cezayî nake. Derfetên me tune ne ku em her tim biçîn hevdîtinan. Ez gava ku diçim hevdîtinan ez heqê riya xwe ji cîranan deyn dikim û wisa diçim. Kurê min û hevjînê min di heman qawîşê de ne. Lê gava ku  ez diçim hevdîtinê destûrê nadin ku hevjînê min û lawê min bi hev re derkevin. Her roj polîsan bi ser mala me de digirt û gef li me dixwarin. Her roj girtîgeh tên avakirin, lê hêza wan dê têra nake ku ew  Kurdîstanê bê kurd bihêlin.  Bi van pêkûtiyan dixwazin çavên malbatan bitirsînin. Em bi salane vê zilmê dibinin, ew çiqas êrîş bikin em ewqas bi hêz dibîn. Em ê tu car zordariyê qebûl nekin.”