Fetûm Şeriq: Tirkiye ne li dijî terorê li dijî destkeftiyên gelan şer dike 2018-11-09 09:01:48   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fetûm Şeriq derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşî gelê Kurd dike û got:"Tirkiye ne li dijî terorê li dijî destkeftiyên gelan şer dike û piştgiriyê dide çeteyan."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Têkildarî mijarê de Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fetûm Şeriq da zanîn ku yê hêzê dide terorê Tirkiye ye û wiha got:"Erdogan nahêle gelên li Sûriyeyê bi aramî bijîn. Ew piştgiriyê dide terorê. Terora wekî DAÎŞ û OSO hêza xwe ji pergala dewleta tirk a ne demokratîk digire."   'Dewleta tirk naxwaze teror xelas bibe'   Fetûmayê bi lêv kir ku gelê Kurd her  dem li dijî terorê li berxwe daye û ji bo mirovahiyê şer kiriye û wiha got:"Dewleta tirk a dagirker naxwaze teror xelas bibe. Tenê ji bo berjewendiyên xwe li ser esasên nîjadperestiyê gelê Kurd û nirxên mirovatiyê hedef digire. Lê Erdogan tena serê xwe vê yekê nake. Bi hevkariya Rûsya, Amerîka û hêzên wekî din vê yekê dike. Hêzên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyeyê bi kar tîne. Tirkiye niha di nava aloziyek mezin de ye û ev dibe sedema birînên kûr."   'Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê gel Kurd muxatab bê girtin'   Fetûmayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk tu carî nexwestiye ku Kurd bibin xwedî statu. Loma her dem piştigrî daye terorê ku gelê Kurd tune bike. Bi vê yekê girêdayî destkeftiyên hemû gelan hedef hatiye girtin. Tirkiye ne li dijî terorê li dijî destkeftiyên gelan şer dike û piştgiriyê dide çeteyan. Erdogan nahêle gelên li Sûriyeyê bi aramî bijîn. Ew piştgiriyê dide terorê. Terora wekî DAÎŞ û OSO hêza xwe ji pergala dewleta tirk a ne demokratîk digire. Ji bo gelê Kurd xwe biparêze hêz, îrade û têkoşînek hevpar divê. Bila hemû kes bizanibe ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê gelê Kurd muxatab bê girtin û hemû cîhan li dijî êrîşên dewleta tirk derkevin."